Rageşiya DYA û Rûsya bi Ukraynayê re wê zêdetir bibe

Tê payin ku rageşiya di navbeyna Rûsyayê û DYA’yê ya li ser mijara Sûriyê, bi alîkariya çekan a ji bo Ukraynayê re zêdetir bibe.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Kanûnê agahî dabû ji bo xurtkirina pergala parastinê wê alîkariya çekan bikin.

Serokkomarê Ukraynayê Petro Poroşenko duh bi daxuyaniyekê got sewqiyata çekan, ku di nav de moşekên dijî tang ên Javel jî hene wê çend heftiyên dî dest pê bike. Poroşenko li ser sewqiyatê zêdetir agahî neda.

Rageşiya di navbeyna Rûsyayê û DYA’yê de ku van çend mehên dawî ji ber meseleya Sûriyê ne baş bûyî, bi alîkariya çekan a ji bo Ukraynayê nebaştir bibe. DYA ku 2017’an 410 milyon dolar alîkarî dayî DYA’yê, tê payin ku îsal bi bihayê 350 milyon dolarî alîkariya çekan bike.

Li Ukraynayê Mijdara 2013’an xwepêşandanên bi desteka Rojavayiyan ên li dijî Serokkomarê bi desteka Rûsya Vîktor Yanûkovîç gelekî xwîn herikandibû. Piştî van xwepêşandanan, piştî ku Sibata 2014’an Yeanûkovîç ji hêla meclîsê vê ji peywirê hate girtin, yekîneyên alîgirên Rûsya li rojhillatê welêt kontrol bi dest ve anîn. Paralelî vê, Rûsya Herêma Xweser Kirim, ku 1954’an bi dest Ukraynayê ve berdan, bi dest xist.

Li herêmên Donets û Luganskê komên bi navê ‘komara gel’ ku bi piranî Rûsan temsîl dikin, dihate îdîakirin ku Rûsya destekê dide wan. DYA û welatê Rojavayî li ser desteka Rûsya gelek wêne û vîdeoyên bi peykê par ve kiribûn.

Di şerê navxwe yê Ukraynayê de heta niha ji 10 hezarî zêdetir mirov hatine kuştin, bi navbeynkariya Elmanya û Fransayê bi hevdîtinên li Rûsyaya Spî agirbest hatibû ragihandin.