Radev: Li Bulgarîstanê azadiya çapemeniyê êdî 'bîranîn e'

Serokkomarê Bulgarîstanê Rumen Radev bi zimanekî tund rexne lê anî ku li welêt azadiya çapemeniyê tine û got, ''gef li hîmên demokrasiyê hene''.

Serokkomarê ji Partiya Sosyalîst Rumen Radev bi Serokwezîrê muhafazkar Bayko Borîsov re ketiye nav têkoşîneke tund. Borîsov ez nêzî 10 salan e serokwezîrtiya sê hikûmetan dike.

Radev salvegera ji peywirê standina rêveberiyê Komunîst Todor Jîvkov de, ku piştî desthilata 33 salan 1989'an ji kar hatibû standin, axivî û piştî ku komunîz rûxiyaye azadiya ku hatiye bidestxistin di rewşa berdest de tenê 'bîranînek'' e.

Radev ji televizyona kamûyê BNT'ê re axivî û got, ''Hêza çaremîn dev ji rista xwe ya rastkirinê berdaye. Standartên profesyonel ên medyayê hilweşiyane û bi vê re baweriya welatiyan a bi agahiyê nemaye.''
Radev bi domdarî got, ''Piranîxwazî bi propagandayê hatiye pûçkirin. Ramana azad hatiye cezakirin.''

Bulgarîstan li gorî Nûçegihanên Sînonernenas di azadiya ramanê de li cîhanê di rêza 111'an de ye.
Nûçegihanên Sînornenas di rapora dawî de li ser Bulgarîstanê gotibû, ''Peymanên veşartî yên di navbeyna medya, siyasetmedar û olîgarkan de û gendelî pir zêde ne.''