Qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Mereşê li Torontoyê hatin bîranîn

Li Torontoyê, qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Mereşê bi civînekê hatin bîranîn.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Toronto yê Kanadayê, qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Mereşê hatin bîranîn.

Qisekeran bal kişandin ser komkujî, asîmîlasyon û qirkirina li dijî Kurdan û bang li her kesî kirin ku bêdeng nemînin.

Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî bi rêya Skype tevlî civînê bû û rojev nirxand.

Di civînê de şahidên komkujiya Mereşê qala şahidiya xwe kirin û sînevîzyonek jî hate nîşandan.