QSD: Dibe ku êrîşeke giran dest pê bike

QSD'ê ragihand, liv û tevgera li xeta sînor a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û agahiyên ji herêmê tên wergirtin nîşan didin, ku dewleta Tirk wê li herêmê dest bi êrîşeke berfireh bike.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê liv û tevgera leşkerî ya dewleta Tirk daxuyaniyek weşand ku gefa dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe.

Di daxuyaniya QSD'ê de hate gotin, "Nîşaneyên li xeta sînor, agahiyên ji qadê tên wergirtin û sewqiyata leşkerî ya dewleta Tirk nîşan didin ku dewleta Tirk û komên wê yên çete wê êrîşeke giran bibin ser herêmê."

QSD'ê diyar kir ku êrîş gefê li jiyana bi hezaran sivîlan dixwe û destnîşan kir, "Ji ber ku li xeta sînor sivîl hene. Lewma em bang li civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî dikin ku me bi hev re mohra xwe danîn binê serketinan, berpirsyariyên xwe pêk bînin û rê nedin krîzeke însanî ya gengaz."