Li gorî belgeyên fermî ku rojnameya The Namîbîan û ajansa AFP'ê xwe gihandinê, Wezareta Edaletê ya Namîbya amadekariyan dike ku mezintirîn doza tazmînatê li Elmanyayê veke.
BI 30 MÎLYAR DOLARÎ TAZMÎNAT TÊ XWESTIN
Li gorî vê yekê, ji ber qirkirina navbera salên 1904-1908'an li gelên Herero û Nama hat kirin, wê ji Elmanyayê 30 mîlyar dolar (28 mîlyar Euro) tazmînat were xwestin.
Wezîrê Edaletê yê Namîbyayê Sacky Shangala ev nûçe piştast kir û anî ziman, ji ber binpêkirina mafên mirovan ew amadekariyan dikin ku dozê li Elmanyayê vekin.
Li axa Namîbyayê, ku di sedsala 19'an de Împaratoriya Elman kir mêtîngeha xwe, di navbera salên 1904-1908'an de qirkirineke mezin hatibû kirin. Di wê demê de bi deh hezaran mirov ji gelên Herero û Nama hatibûn kuştin.
ELMANYA QIRKRINÊ NAS DIKE, DAYÎNA TAZMÎNATÊ RED DIKE
Di encama hevdîtinên navbera hikûmetên Elman û Namîbya yên ji sala 2014'an û vir ve hatin kirin, hikûmeta Elman komkujiyên li Namîbyayê weke qirkirinê qebûl kiribû. Lê belê red dike ku tazmînatê bide gelên Namîbyayê yê zerar ji qirkirinê dîtine.
Herî dawî, roja Pêncşemê li New Yorkê rûniştina destpêkê ya doza komî ya komek ji welatiyên Namîbyayê hatibû vekirin, pêk hat. Di daxwaznameya dozê de hatibû ragihandin, ku di navbera salên 1888-1903'an de, yek ji çar parên axa gelên Namîbyayê ji dest hatibû girtin û radestî Elmanan hatibû kirin.