Qirkirina Ermeniyan wê bibe roja bîranîna neteweyî ya Fransayê

Fransa amadekariyan dike ku 24'ê Nîsanê salvegera Qirkirina Ermeniyan weke "Roja bîranînê ya neteweyî" qebûl bike.

Serokkomar Emmanûel Macron tevlî xwarina salane ya Konseya Koordînasyona Saziyên Ermenî yên li Fransayê (CCAF) bû û bersiveke erênî da daxwaza civaka Ermenî ya li Fransayê.

Macron bi bîr xist, Fransa yek ji welatên sereke ye ku qirrkirina Dewleta Osmanî li gelê Ermenî kir, nas kiriye. Macron ragihand, Fransa wê 24'ê Nîsanê weke "Roja Bîranînê ya Qirkirina Ermeniyan a Neteweyî" qebûl bike. Macron diyar kir, biryara fermî ya di vî warî de wê hefteyên bê were wergirtin.

Bi vê biryara sembolîk re "Roja Bîranîna Qirkirina Ermeniyan a Neteweyî" wê bi rengekî fermî cihê xwe di nava teqwîmên Fransayê de bigire.

Di encama têkoşîna dehan salan a gelê Ermenî de, Senatoya Fransayê û Meclîsa Neteweyî ya Fransayê dawiya sala 2000'î û destpêka sala 2001'ê di dengdanê de Qirkirina Ermeniyan bi rengekî fermî qebûl kiribûn.