Qesabxane li 16 welatan hate şermezarkirin

Parêzvanên mafên heywanan li 35 bajarên 16 welatan daketin qadan û qesabxane şermezar kirin.

Çalakiyên protestoyî yên roja Şemiyê hatin kirin, bi pêşengiya komeleya L214 hatin kirin ku ev komele li dijî xwarina goşt e. Di çalakiyan de hate xwestin, hemû qesabxane bên girtin.

Li gorî organîzatorên meşa li Parîsê, 3.500 kes tevlî çalakiyê bûn. Parêzvanên mafên mirovan tîşortên sor li xwe kirin û alayên ji heman rengî hildan û bi wêneyên heywanên hatine parçekirin meşiyan. Li pêşiya korteja meşê pankarta bi nivîsa "Bes e ji kabûsê re, em qesabxaneyan bigirin" hate vekirin. Bi vê çalakiyê re bal hate kişandin ser rewşa heywanên li Fransayê ku rojane zêdeyî 3 milyon jê li qesabxaneyan tên serjêkirin.

Li gorî komeleya L214, çalakiyên mîna ya li Parîsê, li 35 bajarên li 16 welatan hatin kirin. Komeleya L214 ku sala 2008'an ava bû, timî dîmenên metirsîdar ên ji navendên xwedîkirina heywanan û qesabxaneyan diweşîne.