Qedera Idlibê li Tehran û New Yorkê tê gotûbejkirin

Li hêlekê ku rejîma Sûriyê li dijî Idlibê ku çeteyên bi desteka Tirkan lê ne, xwe ji operasyonê re hazir dike, li hêla dî, Rûsya, Îran û Tirkiye û DYA, Konseya Ewlehiyê ya NY’yê li New Yorkê siberoja Idlibê gotûbêj dikin.

Serokdewletên Rûsya, Tirkiye û Îranê bi rojeva Sûriyê li Tehranê ne. Rojeva sereke rewşa Idlibê ye. Piştî bi çend saetan heman mijar wê di Konseya Ewlehiyê ya NY’yê de were gotûbêj kirin.

Berê her kesî li ser operasyona ber bi Idlibê ve ye, van rojên dawî çûnûhatina di navbeyna Enqere, Moskow û Şamê de zêde bû. Enqere hewl dide ku çeteyên xwe yên li Idlibê biparêze. Li pişt deriyan bazar hene. Tehran û Moskowê beriya civînê piştgiriya xwe ya ji bo rejîma Şamê nîşan dan. Berdevak Wezareta Karê Derve ya Rûs Marî Zaharova got, ‘’Me terorîst kuştin, em dikujin û em ê bikujin. Te divê bila li Helebê bin, an li Idlibê yan jî li devereke dî..’’

Idlib 2015’an kete destê komên çekdar. Îro li Sûriyê herêma herî mezin a di destê çeteyan de ye. Bi deh hezaran çekdarên ku rejîma Sûriyê ji herêmên din derxistin û sivî berê wan dabûne Idlibê.

RÛSYAYÊ LI ‘TERORÎST’Ê ENQERÊ EHRAR EL ŞAMÊ XIST

Dema ku wê civîn li Tehranê bibûya, balafirên şer ên Rûsya li niqteyên Hayat Tehrîr El Şamê xist, ku ji hêla El Nûsra ve hatibû avakirin û serdestî Idlibê ne, her wiha heman balafiran li Ehrar El Şam jî jî xist, ku rasterast dewleta Tirk destekê dide wan.

DYA’YÊ GEF XWAR

Neteweyên Yekbûyî û hêzên Rojavayî dibêjin di operasyon3e de dibe ku bobelatên mirovî çêbibin. NY dibêje dibe ku 800 hezar mirov ji şûnwarên xwe bibin, nûnerê taybet ê Sûriyê yê NY’yê Staffan de Mîstura got operasyon dibe ku 10’ê Îlonê dest pê bike.

Qesra Spî jî Sêşemê dengê xwe li rêveberiya Sûriyê û hevalbendên wê Rûsyayê kir ku li Idlibê çeka kîmyewî bi kar neyinin. Serokdewletê DYA’yê Donald Trûmp got, ‘’Cîhan û DYA ji nêz ve rewşê dişopînin’’ û got, heke komkujiyek bibe, hêrsa cihanê û DYA’yê wê pir mezin bibe.