Qatarê soz da ku bi 10 milyar euroyî razemeniyê li Elmanyayê bike

Emîrê Qatarê Şêx Tamîm Bîn Hamad El Tanî di dema serdana xwe ya Berlînê de soz da ku wê di nava pênc salan de bi 10 milyar euroyî razemeniyê li Elmanyayê bike.

Emîrê Qatarê ku hewl dide polîtîkaya tecrîdê ya Erebîstana Siûdî ya li ser Qatarê bişikîne, serdana Elmanyayê kir.

Şêx Tamîm Bîn Hamad El Tanî diyar kir ku wê di nava pênc salên bê de bi 10 milyar euroyî razemeniyê li Elmanyayê bikin û got, ev razemenî wê li ser otomobîl, teknolojî û bankayan be ku hîmên bingehîn ên aboriya Elmanyayê ne.

Emîrê Qatarê agahiyên berfireh neda. Lê belê li gorî rojnameya qada kar a Elman Handelsblattê, bala Qatarê li ser KOBÎ'iyan e (Kargehên Biçûk û Nîv Mezin) re eleqedar e.

Mîrnişiya Qatarê yek ji mezintirîn pardarên herî mezin ên li Borsa ELman e. Bi giranî jî di komên Sîemens, Volskwagen û Deutsche Bank de para xwe heye.

Elmanya jî piştî DYA û Çînê hevparê herî mezin ê Qatarê yê aboriya li Ewropayê ye. Rêjeya karê navbera her du welatan ji sala 2011'an ve bi du qatan zêde bûye û ghîştiye 2.8 milyar euroyî.