Qanûna teqawîtbûnê 'baweriya' bi Pûtîn re gelekî kêm kir

Popularîteya Vladîmîr Pûtîn ku ji sala 2000'î û vir ve Rûsyayê bi rê ve dibe, ji ber qanûna teqawîtbûnê ya ku bi dehan milyon mirovî eleqedar dike, kêm bûye.

Li gorî anketekê ku ji aliyê saziya bi navê levada ve meha Îlonê hate amadekirin, qanûna teqawîtbûnê ya ku hefteya bihurî ji aliyê Vladîmîr Pûtîn ve hate pejirandin û kete meriyetê, qîmetê Pûtîn ê li nava civakê kêm dike.

Li gorî anketê, baweriya bi Pûtîn re daketiye rêjeya 39 ji sedî. Ji meha Hezîranê ve bi 9 pûanan kêm bûye. Baweriya gel a bi Pûtîn re herî dawî sala 2014'an daketibû rêjeya 36 ji sedî û piştî ku Qirim a ser bi Ûkraynayê ve tevlî Rûsyayê kir, ev rêje derket ser 50 ji sedî.

Di anketa Levada de tê dîtin ku baweriya bi du wezîrên din ên li desteya wezîran a Pûtîn kêm bûye. Rêjeya baweriyê ya bi Wezîrê Parastinê Sergey Şoygûn bi 4 pûanan daket û bû 15 ji sedî. Baweriya bi Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov re jî ji rêjeya 14 ji sedî daket 10 ji sedî.

Rûsyayê herî dawî di dawiya salên 1920'î de emrê teqawîtbûnê bilind kiribû. Bi qanûna dawî re ku rê li ber gelek nerazîbûnan vekir, emrê teqawîtbûnê ji bo jinan ji 55'an bû 60, ji bo mêran jî ji 60'î bû 65. Ev yek jî weke "teqawîtbûna di gorê de" tê binavkirin.