Qada şer a DYE û Îranê: Iraq

Nakokiyên di navbera DYE û Îranê de ya li Iraqê di asta herî bilind de ji nû ve destpê kir.

Krîza di rojên dawî de ya di navbera DYE û Îran ya li Iraqê gav bi gav ber bi şer ve diçe ne nûye. Ev krîz bingehê wê di sala 1979’an dema ku DYE sefaretxaneya Tehranê dagirkiribû re destpê kir, heta îro dom kir. Sedemê vê yekê ne tenê dagirkirina sefaretxaneyê ye. Bi dagirkirina sefaretxaneyê re xeta dijminahiya Îranê ya li dijî Îsraîlê ye.

Îran xwest xeta dijminahiya xwe ya li dijî DYE û Îsraîlê û dîsa siyaseta xwe ya li dijî Îranê xwest li qadên derveyî welatê xwe û bi hêzên mîna Lubnan, Sûriye, Iraq û Yemen ên di bin navê Sûpay Kûtsî avakirî bidomîne. Îran ji bo polîtîkayên dijminahiya DYE û Îsraîl a li dijî Îranê bide rawestandin ji bo li dijî wan têbikoşe, bi pêzên peremilîter ê ji Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê avakirî polîtîkayên belavkirinê şopand, DYE jî hem ji bo li herêmê bi cih bibe, hem jî ji bo bandora Îranê ya li herêmê bide şikandin, polîtîkayên cihê şopand û proje pêşxist.

Nakokiya Îran û DYE’yê bi têkoşîna DYE ya sala 2003’an a li dijî Seddam Huseyîn û bicihbûna wê ya li Iraqê gihişte qonaxeke din. Pêvajoya sala 2012’an a ji Tûnisê destpê kir û heta Sûriyeyê dom kir, di serî de ketina DYE ya Sûriye û gelek deveran re, nakokiyên bi Iraqê re hê kûrtir bû. Bi ketina DYE ya herêmê re Îran jî di serî de li Iraq û herêmê belav bû.

DYE Û RÛSYA LI SÛRIYEYÊ LI DIJÎ ÎRANÊ LI HEV KIRIN

Nakokiyên di navbera DYE û Îranê de bi ketina DYE ya Iraqê ya sala 2003’an û şûnde kûrtir bû û heta roja îro dom kir. Di salên dawî de DYE ya bi hinceta Kurdan ketina Sûriyeyê ev nakokî li Sûriyeyê jî xwe da der. Ketina DYE ya Sûriyeyê di du waran de ji bo Îranê xeterî çêdikir. A yekem hebûna Îranê ya li Sûriyeyê dikete xeteriyê, a duyemîn jî bûyîna Sûriye a sînorê Lubnanê, hebûna Îranê ya li Lubnanê dikete xeteriyê. Ji bo vê Îran li dijî DYE’yê li gel Tirkiye û Rûsyayê cih li gel pozîsyona li dijî Kurdan cih girt. Her çendî di navbera Rûsya û DYE’yê de nakokiyên serweriyê hebin jî, ewlekariya Îsraîlê bi serê xwe pirsgirêkek bû ji bo herdu welatan.Her çendî di navbera Rûsya û DYE’yê de li Sûriyeyê polîtîkayên dişopînin dij hev jî bin, li dijî gefa Îranê ya li Sûriyeyê dixwaze li Îsraîla a bike, di mijara ewlekariya Îsraîlê de li dijî Îranê li hev kirin. Ji bo vê Îran li Sûriyeyê hate sînordarkirin.

NAVENDA NAKOKIYAN BÛ IRAQ

Nakokî û aloziyên cuda yên di navbera DYE û Îranê de bi taybet di salên dawî de li gel navendîbûna wê ya bûbe Sûriye û Lubnan jî, li gel vê nakokiyên piştî 2003’an û şûnde giranî bûye Iraq. Bi hatina ba hev Yemen û Erebistana Sîûdî û destpêkirina şerê navxweyî re pêşiya Îranê hate girtin. Peymana Lihevkirina di navbera Rûsya û DYE ya li ser Sûriye û Lubnanê re dîsa navenda nakokî, alozî û şerê Îran û DYE’yê bû Iraq.

Dîsa di sala 2018’an de derketina yek alî ya DYE ya ji peymana nuklerî, her wiha bi ambargoya gav bi gav a ambargoya li ser Îranê dayî destpêkirin, ev nakokî zêdetir bûn.

Piştî hevdîtinên dûr û dirêj şûnde di serê meha Cotmehê de Berhem Salih bû Serokkomarê Iraqê. Berhem Salih ji bo avakirina hikûmeta nû Adil Ebdulmehdî erkdar kir. Piştî hevdîtina mehekê û şûnde di dawiya meha Cotmehê de kabîneya xwe ya nû ya bi 8 wezaretan kêm pêşkêşî parlemetnoyê kir. Gav bi gav kabîneya xwe temam kir. Mûqtada El Sadir Amr Hekîm û Heydar Ebadî yên bi Îranê re bi navber bi şert destek dan hikûmetê. Di serê şetan de têkoşîna bi dizî û nelirêtî, dîsa hêzên Heşdî Şebî yên sala 2014’an bi armanca têkoşîna bi DAÎŞ’ê re bikin hatin avakirin tevlî artêşa Iraqê bikin. Komên ku bi şert destek dan hikûmetê ji bo pêkanîna şertan salek wext da hikûmetê. Berî salek temam bibe û hê xwepêşandan destpê nekiribû, Lîderê Olî yê Şîî yê Ereb Elî Sîstanî daxuyaniyek da û daxwaz ji hikûmetê kir ku sozên xwer yên tevlîkirina hêzên Heşdî Şebî ya artêşa Iraqê bi cih bîne. Sîstanî got: “An wê hikûmet sozên xwe bi cih bîne an jî wê hilweşe.” Piştî Sîstanî Sadir, Abadî û Amîr Hekîm jî daxuyanî dan. Ji ber biceh neanîna sozan di serê meha Cotmehê de di serî de bi desteka Oldarê Şîî yê Ereb ê Iraqê Elî Sîstanî di nav de Mûqtada El Sadir, Amar Hekîm û Heyder Ebadî re xwepêşandan li Bexdayê destpê kir. Serhildanên gel ên li dijî hikûmetê destpê kir. Xwepêşandaran a 29’ê Mijdarê li ser îstifaya Adil Ebdulmehdî jî nerawestiyan. Lîderê Şîî got: “Heta di bin çavdêriya hêzên Navneteweyî û NY’yê de hilbijartina pêşwext neyê kirin wê bidome.”

ÎRAN Û PÊNGAVÊN BERHEM SALIH

Îran li dijî vê li dijî Kordînasyona Bîna yên komên Şîîa di nav de cih digirin pêngav dan destpêkirin. Korînasyona Bîna daxwaza lîderên Şîî û xwepêşanderan ên hilbijartina pêşwext li ber çav negirt, diyar kirin ku li parlementoyê koma herî mezin ew in, ji bo avakirina hikûmetê ji bo namzetên diyar kirîn xwestin destûr bê dayîn. Li ser newezîfekirina serokkomar divê îstifa bike. Serokkomar Berhem Salih, pişt bi mafê ku destûra bingehîn daye wî, ji bo avakirina hikûmeta nû namzetê Kordînasyona Bîna ku li ser disepîne, erkdar nekir, li ser giliyên ku rayeya xwe ji derveyî destûra bingehîn bikar tîne, amadeye ku îstifa bike.

Bi pêngava dayî destpêkirin Berhem Salih xwepêşander û komên Şîî da pişt xwe, Koalîsyona Bîna di nav de li dijî Îranê derketin pêş. Ev jî dihêle ku Îran li Iraqê winda bike.

HEŞDÎ ŞEBÎ PLANÊN ŞER XISTE DEWREYÊ

Îran a li dijî DYE li Sûriye, Lubnan û Yemenê tengijî, li ser tengijîna wê ya her diçe li Iraqê jî, li Iraqê komên Heşdî Şabî yên nêzî Îranê xiste dewreyê. Ev kom ji bo guhertina atmosferê, bandorkirina xwepêşanderan, têkbirina xwepêşanderan di ser de li Bexda, Necef, Kerbela, Zîkkra li gelek cihan êrîşî xwepêşanderan kirin. Êrîş di serî de li gelemperiya Iraq û qada navneteweyî de rastî nerazîbûnan hatin. Ev êrîşên li ser xwepêşandaran di serî de li Iraq û li qada navneteweyî de hate gotin ku ji aliyê komên alîgirên Îranê ve pêk hatiye. Komên alîgirên Îranê ji aliyekê ve êrşî xwepêşanderan kirin, li aliyê din di dawiya meha Kanûnê de bi fuzeyan êrîşî baregeke Iraqê ya DYE’yê kirin.

Asta bilind ya Îranê têkildarî pêkanîna van êrîşan daxuyanî da bûn. Serokê Fermandarê Giştî yê Îranê, Fermandarê Mûhafizên Şoreşê, Şêwirmendê Ewlehiyê yê Serokê Dînî Hamaney, Fermandarê Hêzên Deryayî, Fermandarê Hêzên Hewayî ji nav de, Wezîrê Karê Derve Cevad Zarîf û Serokkomar Hasan Rûhanî di daxuyaniyên xwe yên meha Gulanê de diyar kirîbûn ku li dijî êrîşên DYE yen li ser Îranê wê li herêm û tevayî cîhanê baregeh werin hedef kirin û bersiv were dayîn.

Piştî van daxuyanî û peyman Koma Esayîp Elîl Hak ya aligirê Îranê ya di nava Haşdî Şabî de, Hîzbûllah Iraqê, Tûgayên bedîr, ji meha Cotmehê ve serî de li dijî baregeha navendî ya DYE ya li Bexda, Anber, Tel Afer û Kerkûkê di dîrokên cûda de êrîşên bi moşekan  pêk anîbû. DYE û Îsraîlê jî li dijî van êrîşan di demên cûda de li dijî baregeh, depoyên çek û teqemeniyê yên komên di nava Haşdî Şabî de êrîş pêk anîbû. DYE biryara guşaran li ser fermandarên van kom an yên di nava Haşdî Şabî de girtibû.

Herî dawî 28’ê Kanûnê li Kerkûkê li dijî baregeha Leşkerî ya K1 ku hêzên Koalîsyona Navnetewî û DYE êrîşa bi moşekan pêk hatibû. DYE’yê ji êrîşê Hîzbûllaha Iraqê ya aligirê Îranê di nava Haşdî Şabî de berpisyar dît. Piştî rojekê DYE li El Kaîmê li dijî 6 navendên Hîzbûllaha Iraqê êrîş pêk anibû.

Piştî vê pêvajoyekî nû ya gotûbêjên şerê Îran û DYE li ser xaka Iraqê hatibû destpê kirin.

Fermandarê duyemîn yê Haşdî Şabî Mehdî Mûhendîs daxuyanî da û got; “Bersivekî tund ya gef li DYE dixwe were dayîn.” Rayedarên Îranê jî heman daxuyanî dabûn.

Serokwezîrê Îraê Adil Ebdûlmehdî ku îstifa kiribû têkildarî mijarê du daxuyaniyên cûda dabû. Di daxuyaniya yekem de Ebdulmehdî gotibû “Ev êrîş li dijî mafê serweriyê yê me ye.” Ya duyemin de iwha gotibû ; “Ji êrîşê agahiya me hebû.”

DAXUYANIYA ‘BIVÊ HÊZÊN BIYANÎ WERIN DERXISTIN’

Koma Esayîp Elîl Hak ya nêzî Îranê û berpirsê giştî yê Haşdî Şebî Hadî Amirî daxuyanî dan û gotin ku “Divê hemû hêzên biyanî ji xakê me werin derxistin”. Ev daxuyaniya Hadî Amîrî serî de Başîkî ji nav de hêzên dagirker ên Tirk yên li Başûrê Kurdistanê digre nava xwe. Ji ber wê destpêkê Eniya Tirkmen ên Iraqê bersiva daxuyaniya Amîrî dan. Di hesabên fermî yê ÎTC’ê de hate gotin; “Divê hêzên Tirk li Iraqê bimîne.”

Ev komên ku dixwazin hêzên biyanî ji xaka Iraqê werin derxistin, daxwaz ji komên hêzên Haşdî Şabî kirin ku li Bexdayê li Qada Tahrîrê li dijî DYE’yê çalakî bikin.

JI SADR NERAZÎBÛNA CÛDA

Têkildarî êrîşan Mûqteda El Sadr nerazîbûn nîşan da. Sadr êrîş weke êrîşa li dijî serweriya Iraqê hatiye kirin nirxand. Sadr got weke leşkerî û siyasî amadene ku hêzên biyanî û DYE’yê ji Iraqê derbixin. Koma Haşdî Şabî ya girêdayî Îranê jî got; “Divê ji êrîşên bê berpisyar yên hêzên DYE ku dixwaze zemîna êrîşan ava bike, dûr were sekinin”.

BER BI ŞERÊ NAVXWEYÎ VE?

Îran naxwaze ku tengbûyîna li Sûriye, Luban, Yemenê çêbûyî Iraq bi temamî beşdar bibe. Li Iraqê pêvajoya destpêkirina şerekî bi DYE re kirin, bi navê pêşêlêgirtina windakirina Iraqê li ser komên Haşdî Şabî zêdekirina êrîşan derdikeve holê. Ev jî tê wateya rewşa ne diyar ya li Iraqê bi pêngavên lez ber bi şerekî navxweyî ve birin e.