Pûtîn ji bo bi Trûmp re hevdîtin bike ‘amade’ ye, lê li benda agahiyekê ye
Qesra Kremlînê daxuyaniyek da û diyar kir ku, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo hevdîtina bi Donald Trûmp re 'amade ye', lê ji Washîngtonê li benda agahiyekê ye.
Qesra Kremlînê daxuyaniyek da û diyar kir ku, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo hevdîtina bi Donald Trûmp re 'amade ye', lê ji Washîngtonê li benda agahiyekê ye.
Berdevkê serokdewletê Rûsyayê Dîmîtrî Peskov ji rojnamevanan re axivî û got: "Pûtîn amade ye. Em li benda agahiyekê ne. Her kes amade ye."
Serokê DYE’ê Donald Trump roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew amade ye tavilê bi Pûtîn re hevdîtinekê pêk bîne. Lê têkildarê navaroka hevdîtinê Peskov ti agahî neda.
Trûmp li Oval Ofîsê bi daxuyaniyekê ji rojnamevanan re got, "Min bihîst ku Pûtîn dixwaze bi min re hevdîtinê bike. Em ê di dema herî nêz de hevdîtinê bikin."
Trûmp got, “Her roja ku hevdîtina me dereng dikeve, li qada şer leşker tên kuştin” û vî şerî weke şerekî dûrî aqilane pênase kir.
Serokdewletê Ûkraynayê Volodymîr Zelensky jî got, "Ew ji bo muzakereyê amade ne.”