Pûtîn: Dixwzin DAÎŞ’ê belavî Asya Navîn bikin

Serok Dewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn destnîşan kir ku li Efganistanê 2 hezar çeteyên DAÎŞ’ê hene, dixwazin belavî Asya Navîn bikin.

Serok Dewletê Rûsya Vîladîmîr Pûtîn ku di lîtkeya dijîtal a Civakên Dewletên Serbixwe de axivî, diyar kir ku Li Bakurê Efganistanê tevgerên îslamî DAÎŞ, El Qaîde, Ozbekistan jî di nav de gelek komên ‘nîjatperestên tundraw û terorîst’ aktîv in.

Pûtîn got: “Li gorî agahiyên di destê me de, nêzî 2 hezar şervanên DAÎŞ’î hene. Lîderên wan şerê etnîk-mezhebî û nefreta olî geş dike, xwe amade dikin ku belavî Asya Navîn û welatên li herêmên Rûsya bikin.”

Li Efganistanê çeteyên DAÎŞ’ê rêze çalakiyên li dijî Talîbanan kirin, girtin ser xwe. Rûsya ji van hemû êrîşên li herêmê ku rê li ber nearamiyê vedike bi fikar in.

Rûsya di nava hefteyê de jî fikarên xwe yên têkildarî veguhestina çeteyan a ji Rûsya û Iraqê ya ji bo Efganistanê anîbû ziman. Moskova Talîbanan weke ‘rêxistineke nîjatperestê tundraw’ pênase dike, lê demek dirêj e bi Talîbanan re di nava têkiliyan de ne.