Putin dîsa bû serokê Rûsyayê

Di hilbijartina serokatiya Rûsyayê de encameke surprîz derneket. Vladimir Putin ji bo car çaran bû serokê Rûsyayê.

Li gorî encamên ne misoger, di hilbijartina roja Yekşemê de Vladimir Putin 76 ji sedî yê dengan stand. Hate eşkerekirin ku rêjey tevlîbûna li hilbijartinê 67 ji sedî ye.

Putin ji bo cara çaran bû serokê Rûsyayê. Mûxalefetê jî ragihand ku di hilbijartinê de dek û dolab hatiye gerandin.

Putin ku ev 18 sal in li Rûsyayê mirovê sereke ye, van salên dawî navê welatê xwe li qada navneteweyî derxist. Herî dawî bi jehrdayina ajansekî berê yê Rûs li Îngilîstanê, Rûsya kete rojevê. Rayedarên Îngilîz desthilatdariya Rûs ji jehrkirinê berpirsyar dît.

Vladimir Putin wê heta 2024'an ku hingî bibe 72 salî li ser desthilatdariyê be.

Putin di hilbijartina beriya niha de ya sala 2012'an 63.6 ji sedî yê dengan standibû. Rêjeya dengan a ku di hilbijartina dawî de bi dest xist, her wiha rêjeya herî bilind a kariyera wî ye.

Di hilbijartinên roja Yekşemê de heyşt namzetan cih giritn. Namzetê Partiya Komunîst Pavel Grudinin 12 ji sedî, namzetê neteweperestên tund Vladimir Jirinovski 5.85 ji sedî, namzetê mûxalefeta lîberal rojnamevan Ksenia Sobçak 1.60 ji sedî yê dengan standin.