Pûîgdemongt ji Elmanyayê derket

Lîderê Katalan Carles Pûîgdemont ku li ser daxwaza Spanyayê li Elmanyayê hate destgîrkirin û piştre bi şert hate berdan, biryar da ku jiyana xwe ya sirgûnê li Belçîkayê bidomîne.

Serokê berê yê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Pûîgdemont, ji ber biryara girtina wî ya li gelemperiya Ewropayê hate derxistin, wextekê li Elmanyayê girtî ma. Pûîgdemont ji Elmanyayê derket û vegeriya paytexta Belçîka Brukselê. Pûîgdemont dema ku bi rêya bejahî ji Fînlandiyayê berê xwe da Belçîkayê, meha Adarê li ser sînorê Elmanyayê hatibû destîrkirin.

Rêveberiya Madrîdê bi îdîaya "hewldana ji bo serhildanê" û "serhildana li dijî dewletê", dixwest Pûgîdemont ê 55 salî dadgeh bike û bi vê armancê li gelemperiya Ewropayê biryara girtinê derxistibû. Lîderê Katalan ku bi biryara dadgeha Elman bi şert hate berdan, diyar kir ku wê têkoşîna xwe ya li sirgûniyê ji niha û pe ve li paytexta Belçîka Brukselê bidomîne.

Lîderê Katalan li bajarokê Waterloo yê bi 10 kîlometreyan dûrî Brukselê ye, li vîlla xwe ji aliyê zêdeyî 300 alîgirên xwe ve hate pêşwazîkirin. Pûîgdemont li vê derê ji alîgirên xwe re axivî û piştre tevî Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Qûîm Torra daxuyanî da.

Pûîgdemont diyar kir ku wê karên xwe yên siyasî li Ewropayê dewam bike û heta hemû girtiyên siyasî bên berdan û Katalan karibin mafê çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, wê têkoşîna xwe bidomîne.

Pûîgdemont da xuyakirin ku ji bo mafê mafdar ê Katalanan temsîl bike, wê li her devera Ewropayê bikeve nava hewldanan. Serokê Rêveberiya Xweser Qûîm Torra jî got, ew alîgirê têkoşîna demokratîk in.

Tevî ku rêveberiya Madrîdê li dijî bû, Katalonyayê 1'ê Cotmeha 2017'an referandûma serxwebûnê pêk anîbû û piştre rêveberiya xweser bi destwerdana rêveberiya Madrîdê re hatibû betalkirin.