Protestoyên li Iraqê: Karê parzûngeheke petrolê hate rawestandin

Li Iraqê çalakiya dagirkirinê ya li parzûngeheke petrolê ya li başûrê Iraqê ku ji aliyê bi sedan kesî ve tê kirin, di roja duyemîn de ye. Li gelek bajaran jî çalakî dewan dikin.

Li Nasiriyeyê ku bi 300 kîlometreyî li başûrê Bexdayê ye, li parzûngeheke petrolê ku rojan 82 hezar varîl petrolê hildiberîne, çalakiya rûniştinê ya Şemiyê dest pê kir roja Yekşemê jî dewam kir. Çalakgerên ku daxwaza kar dikin hilberîna petrolê rawestandin.

Ji 1'ê Cotmehê dema destpêkirina xwepêşandanan û vir ve cara yekemîne ku çalakger hilberîna petrolê radiwestînin. Çalakgeran beriya niha li parzûngehên petrolê çalakî kiribûn, lê belê hilberîna petrolê jî dewam kiribû. Iraq di nava welatên hilberînerên petrolê (OPEP) de welatê herî mezin ê duyemîn ê hilberînerê petrolê ye.

Li başûrê Iraqê ji ber çalakiyên ku zêdeyî du meh in bênavber dewam dikin li gelek bajaran dibistan û saziyên rêveberiyê girtî man.

Çalakgerên li Dîwaniyeyê ji bo zexta li ser hikumeta di nava krîzê de ye zêdetir bikin ji nû ve greva giştî îlan kirin.

Li bajarên Kût, Hîlla, Amara û Necefê jî ji ber çalakî û grevên Yekşemê jiyan rawestiya.

Ji ber zexta xwepêşandanan di dawiya meha Mijdarê de Serokwezîr Adil Abdulmehdî neçar mabû ku îstifa bike. Partiyên Iraqê jî li ser serokê nû yê hikumetê li hev nakin.

Serokkomar Berhem Salih jî Pêncşemê ji bo namzetê komên alîgirê Îranê yê ji bo serokwezîr qebûl neke gefa îstifayê xwaribû. Parlamenta Iraqê qanûna hilbijartinê ku yek ji daxwazên çalakgeran e qebûl kir, lê belê tevî vê yekê jî hîn nediyare ku di demeke nêz de hilbijartin pêk were.

Rêxistinên alîgirê Îranê beriya pêkhatina hilbijartinê xwestin hikumetê ava bikin, lê belê Serokkomar ev gava wan têk bir. Tevî vê yekê jî nediyar e ku rewşa siyasî ber bi ku ve biçe.

Li Iraqê ji ber xwepêşandanan herî kêm 500 kesî jiyana xwe ji dest dan û 25 hezar kes jî birîndar bûn.

Li gorî Komîsyona Mafên Mirovan a hikumetê ji 56 kesan agahî nayê wergirtin.