Pompeo banga berdana welatiyên din ên Amerîkayê li Tirkiyeyê kir

Wezîrê Karê Derve yê DYA Mîke Pompeo bang li hikumeta Tirk kir ku erkdarên dîplomatîk û Amerîkayên din ‘bi lez berde’.

Mîke Pompeo têkildarî berdana keşeyê Amerîkî Andrew Brûnson ji aliyê daraza Tirk ve ku bi sûcên giran dihate darizandin daxuyaniyek da.

Pompeo li ser hesabê xwe yê Twîtterê têkildarî berdana Brûnson wiha got; “Ji bo Amerîkayê rojek mezin e. Hemwelatiyekî din ê Amerîkayê azad bû. Em ê dîlgirtiyên din jî vegerînin malên wan.”

Pompeo wiha jî got; “Bila cîhan bizane Serokê DYA û Wezareta Karê Derve ji bo dîlgirtiyên Amerîkayekî yên bê maf hatine girtin, ji bo vegera wan a malê kar dike.”