Piştî salekê li Libnanê hikûmet hate avakirin

Piştî salekê li Libnanê hikûmeta nû hate avakirin.

Libnan piştî teqîna 3’yê Tebaxa 2020’ê ya li Bendera Beyrûtê û şûnde, Serokwezîr Hasan Dîab îstifa kiribû. Ji wê rojê û vir ve Libnan bê hikûmet bû.

Necîb Mîkatî yê ji bo avakirina hikûmetê hatibû erkdarkirin, piştî nîvroyê bi Serokkomar Mîchel Aûn re civiya. Herdu rêveber, li gel serokê parlementoyê Nabîh Berrî ku amade bûn, biryarnameya avakirina hikûmeta nû îmze kirin.

Necîb Mîkatî berî niha sala 2005’an li gel 2011-2013’an du carî serokatiya kabîneya hikûmetê kiribû.

Di hikûmeta nû de tê diyarkirin ku navên cîhana siyaseta derve jî hene. Hê jî nasnameya hinekan baş e. Lê rewşa Midûrê Nexweşxaneya Dewletê Refîk Harrî Fîras Abîad ne pir baş e.

Serkreterê Giştî yê Desteya Wezîran Mahmûd Makiyeye, wê roja Yekşemê bi hikûmeta ji 24 wezîran pêk tê re bicive.

Li Beyrûtê piştî teqîna 4’ê Tebaxa 2020’ê ku bû sedema mirina 200 kesî û şûnde, pişî çend rojan bi şûnde Hasan Daîba ji serokwezîrîtiyê neçar mabû ku îstifa bike.

Ji havîna sala 2019’an û vir ve li welat her ku diçe krîzeke aborî ya heyî kûrtir dibû.