Piştî komkujiya li Kabûlê, banga îstifayê li hikumetê tê kirin

Piştî ku li paytxta Afganîstan Kabûlê bi êrîşeke xwekuj komkujiyek çêbû, li chê komkujiyê çalakiya protestoyî hate lidarxistin.

Nêzî hezar kes li cihê komkujiyê civiyan. Çalakgeran ji komkujiyê Serokkomar Eşref Ganî û Serokwezîr Abdullah Abdullah berpirs dîtin.

Çalakgeran pankarta bi nivîsa "’Ganî! Abdullah! Îstîfa! Îstîfa!’’ vekirin. Li ser pankartê jî wêneyên mirovên di komkujiyê de hatibûn kuştin, hebûn.

Çalakgeran dirûşmên "Ji Talîbanan re mirin" berz kirin, polîsan gule bi hewayê ve teqandin û bi ava şid êrîş birin ser çalakgeran.

Çalakgeran xwestin endamên koma Hakkanî ku tê gotin bi ser Talîban ve ne, werin darvekirin.

Îstîxbarata Afgan ji komkujiyê Hakkaniyan berpirs dibîne.

Talîbanan diyar kiribûn ku ti pêwendiya wan bi êrîşê  re nîn e û êrîş şermezar kiribûn.

Di vê teqînê de 90 kes hatibûn kuştin û 400 kes jî birîndar bûbûn.

Çalakiya ku li taxên dîplomatîk pêk hatibû DAIŞ’ê anî bû ser xwe.