Piştî Ebolayê vê carê jî şewba sorikê dest pê kir

Li Kongoyê piştî şewba Ebola vê carê jî şewba sorikê belav bû. Ji bo bi milyonan zarok ji nexweşiyê bên parastin kampanyayên derzîkirinê dest pê kirin.

Li Komara Kongo ya Demokratîk di nava 10 mehên dawî de hezar û 400 kes ji ber şewba Ebola jiyana xwe ji dest dan. Niha jî şewba sorikê bûye metirsiyeke mezin. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Oly Ilunga Kalenga ji 1'ê Çileyê ve guman ji 87 hezar kesî hebû bi nexweşiya sorikê ketine.

Kalenga diyar kir, hate tespîtkirin ku ji wan mirovan 677 kes bi nexweşiya sorikê ketine û got, li gorî heman serdemê ya sala derbasbûyî nexweşiya sorikê 700 ji sedî zêde bûye.

Li Komara Kongo ya Demokratîk ku nifûsa xwe 82 milyon mirov e ji meha Nîsanê ve derzî li 2 milyon zarokên heta 5 salî hatiye xistin. Tê gotin ku di çarçoveya kampanyayên derzîkirinê de wê derzî li 1,5 milyon zarokên din bê xistin.

Ji ber şewba Ebolayê ku sala derbasbûyî meha Tebaxê dest pê kir, heta niha herî kêm hezar 384 kes li Komara Kongo ya Demokratîk jiyana xwe ji dest dane.