Piştî Brexîtê liv û tevgera li ser sînor kêm bû

Hate ragihandin, ku piştî Brexîtê koça ji bajarê Calaîsê yê Fransayê ber bi Îngilistanê ve kêm bûye.

Ji 30'ê Kanûna 2020'î dema derketina Îngilistanê ji nava Yekîtiya Ewropayê û vir ve, koça ji bajarê Calaîs ê Fransayê ber bi Îngilistanê ve kêm bû. Polîsên li ser sînor jî bi prosedurên nû tevdigerin.

Di ser bicihhatina Brexîtê re 17 roj derbas bûn. Tê gotin, li bajarê Calaîsê yê Fransayê ku ji Fransayê ber bi Îngilistanê ve liv û tevgera koçberan a bi rêya tunelê kêm bûye.

Li ser sînor prosedurên nû ketine meriyetê. Wesayitên bar neçar in li gorî van pîvanên nû tevbigerin.