Piştî Brexîtê hejmara kursiyên li Parlementoya Ewrûpayê guherî

Piştî ku Brîtanya ji Parlamentoya Ewrûpayê veqetiya hejmara parlementeran kêm bûbûn. Parlementoyê pêşnûmaya têkildarî rêjeya nû qebûl kir.

Hate qebûlkirin ku hejmara parlementerên Parlementoya Ewrûpayê ya li Strasboûrgê ya ku heta niha 751 bû, piştî 2019’an bibe 705. Li gorî vê pêşnûmayê ew ê ev pêkanîn piştî sala 2019’an dest pê bike. 566 dengên erê û 94 dengên na ji vê pêşnûmayê re hate dayîn.

73 parlementerên Brîtanyayê dihatin temsîlkirin, lê ji ber ku ew ê Brîtanya ji Yekîtiya Ewrûpayê derkeve wê hejmara kursiyan dibe 46. 27 kursiyên mayîn jî wê di nav welatan de were belavkirin ên ku temsîliyeta wan kêm e.

Di parlementoyê de hejmara kursiyên Elmanyayê 96 e. Ya Fransayê jî 74 bû lê ew ê bibe 79. Ya Îtalyayê ji 73’an ew ê bibe 76, ya Îspanyayê ji 54’an ew ê bibe 59. Hejmara kursiyên Polonya, Romanya, Swêd, Danîmarka, Avûstûrya, Slovakya, Hirvatistan, Fînlandiya û Estonyayê jî ew ê yek zêde bibe.

Tê payîn ku vê biryara Parlementoya Ewrûpayê ew ê di 28-29’ê Hezîranê de di civîna serokên hikumet û dewletê de were erêkirin.