Pisporên NY’ê: Îsraîl kampanyaya birçîbûnê dimeşîne, zarok dimirin

Pisporên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY), dewleta Îsraîlê “meşandina kampanyaya birçîbûnê" ya ku rê li ber mirina zarokên Xezeyê vedike tawanbar kir.

10 pisporên serbixwe yên Neteweyên Yekbûyî (NY) ev tişt parve kirin: “Em radigihînin ku Îsraîl kampanyaya birçîhiştinê ya bi qestî û armanckirî li ser gelê Fîlîstînê dimeşîne. Ev yek tundiya qirkirinê ye û li seranserî Xezeyê bi birçîbûnê bi encam bûye.”

Pisporan navê sê zarokên ku di van demên dawî de "ji ber kêmxwarinê û xwe negihandina xizmeta tenduristiyê” mirin ragihandin.

HEJMARA MIRIYÊN LI XEZEYÊ 38 HEZAR Û 240 KESAN DERBAS KIR

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê ya Xezeyê ragihand ku ji destpêka şerê deh mehan de heta niha hejmara miriyan li herêmên Filistînê gihîştiye 38 hezar û 243 kesan.

Hat gotin ku di 24 saetên dawîn de herî kêm 50 kes mirin û ji 7’ê Cotmehê heta niha 88 hezar û 33 kes jî birîndar bûne.