Pisporê nuklerî yê Îranê hat kuştin

Mûhsîn Fahrîzade yê weke mîmarê bernameya nuklerî ya Îranê tê zanîn, li nêzî Tehranê di encama êrîşekî sûîkastê de hate kuştin. Serfermandarê Giştî yê Îranê wê ‘tolhildaneke bitirs’ bê hilanîn.

Li herêma Damavantê êrîşekî bi çek li hember Fîzîkvan Mûhsîn Fahrîzde hate kirin. Fahrîzde ê rakirin nexweşxaneyê mir.

Wezîrê Karê Derve Mûhammed Cevad Zarîf ji bo êrîşê got: “Terora dewletê.”

Serfermandariya Giştî ya Îranê Mûhammed Bagerî yê ku piştî mirina Fahrîzade daxuyaniyek da diyar kir ku ji bo yên li pişt êrîşê wê ‘tolhildanekî bitirs’ hilînin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê; “Bila komên terorîs, berpirs û berpirsên vê hewldana alçeq bizanin ku li pêşiya wan tolhildaneke bitirs heye.”