Pirtûkên li vê pirtûkxaneyê berî 100 salî nikarin bên xwendin

Li paytexta Norwêc Osloyê pirtûkxaneya paşerojê tê ava kirin. Di pirtûkxaneyê de wê tenê pirtûkên ku piştî sed salî karibin bên xwendin, hebin.

Projeya bi navê "Future Library" (Pirtûkxaneya Paşerojê) bi pêşengiya hunermend Katîe Paterson bi cih tê anîn. Bi projeyê re tê xwestin, her sal pirtûka nivîskarekê/î  bê komkirin ku tenê paşerojê karibin bên xwendin.

Pirtûkxane wê sal 2114'an li gel bê vekirin û her sal berhemek lê bê bicihkirin.. Berhema destpêkê ji aliyê nivîskara Kanadayî Margaret Atwood ve diyarî pirtûkxaneyê hate kirin. Ya balkêş ew e, piraniya nivîskar an jî xwendevanên pirtûkên werin nivîsandin, hîn ji dayik nebûne.

Her wiha gelek nivîskar, berî ku bibihîzin bê berhema ji pirtûkxaneyê re hiştiye çawa hatiye rexnekirin, dibe ku jiyana xwe ji dest bidin.

Aliyekî din ê balkêş ê pirtûkxaneyê jî ew e; dema ku sal bû 2114 dibe ku êdî dijîtalbûyîn bi temamî li ser cîhanê serdest be. Yanî, dibe ku piştî 96 salên din pirtûk nema bên çapkirin.

Pirtûk wê li mezintirîn pirtûkxaneya Norwêcê li Deîchmanske Bîblîotekê werin komkirin û li benda xwendevanên xwe bin.