Li Lubnanê dibe ku pirsgirêkên giran rû bidin

Li Lubnanê ku hema bêjin bi qasî nifûsa wê hejmareke penaberan heye, krîza siyasî û aborî lê mezin dibe û Hîzbûllah ji dewletê xurt e, dibe ku pirsgirêkên mezin rû bide.

Li Lubnanê, hevrikiya navbera meylên cuda yên siyasî, krîza aborî û rewşa nediyar a siyasî nîşan didin ku di demeke nêz de wê pirsgirêkên giran û kûr rû bidin. Akademîsyen û rojnamevan ji rewşa heyî bi fikar in. 

Nifûsa Lubnanê sala 2014'an nêzî 4,9 milyon bû. Piştî sala 2011'an li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir, bi sedan hezar penaberî berê xwe dan Lubnanê. Nifûsa Lubnanê niha 6 milyon derbas kiriye. 3 milyon ji vê nifûsê, penaber in. Piraniya penaberan ji Sûriyeyê ne. Kêm jî be hinek jê ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn û Efrîkayê ne. Ev rewş bûye sedem ku pirsgirêkên mezin ên aborî û civakî rû bidin. Li Lubnanê ku rewşa nediyar a siyasî û şer dewam dike, ev rewş girantir dibe.

Em li Beyrûdê bi rojnamevanê Lubnanê Wîssam Matta, Prof. Hoda Rîzk û Dr. Nûreddîn Mûhammed re rûniştin. Her sê balê dikişînin ser rewşa nediyar a siyasî, krîza aboriyê teqînên gengaz ên civakî yên ji ber vê krîzê.

WELAT BER BI ÎFLASÊ VE BIRIN

Prof. Hoda Rîzk diyar kir, rewşa kaotîk a li Lubnanê encameke pirsgirêkên bi dehan salan ên li welêt e û anî ziman, malbata Harîrî ku salên 1990'î rêveberî dewr girt û sîstema aboriyê ya neo-lîberal welat ber bi îflasê ve bir. Dr. Nûreddîn Mûhammed jî bi bîr xist ku 100 milyar dolar deynê derve yê Lubnanê heye got, 'tedbîr'ên ku hikumet digire, têra dayina faîza deynan heta sala 2021'ê nake. Rojnamevan Wîssam Matta jî destnîşan dike, têkiliya bêîstiqrar a navbera komên siyasî di nava civakê de rê li ber şikestinê vedike.

LUBNAN NE TENÊ LUBNAN E

Yên xwedî li Lubnanê derdikevin gelek in, lê xwediyê Lubnanê nîne. Di navbera dînamîkên bingehîn ên siyaseta Lubnanê de timî şer û têkoşîn heye. Lê belê nabe ku mirov pirsgirêkan tenê bi dînamîkên navxweyî vebêjin. Ji ber ku Lubnan ne tenê Lubnan e. Ji bo gelek hêzên herêmî û navneteweyî, ev der 'deriyê ber bi rojhilat' ve ye. Ji ber ku cîranê Îsraîlê ye û Hîzbûllah a ku Îran piştgiriya wê dike li Lubnanê bêhtir dibe xwedî însiyatîf, bala her kesî timî dibe ser vê derê.

HÎZBÛLLAH JI DEWLETÊ XURTIR E

Projeyên civakî yên Hîzbûllahê di nava civakê de bersiveke xwe ya girîng dibînin. Hêzên leşkerî yên Hîzbûllahê seranserê sînorê bi Îsraîlê re kontrol dikin. Ev hêz ji ber ku tevlî şerê Sûriyeyê jî bû, bû xwedî tecrûbe û însiyatîfeke cuda. Hîzbûllah di heman demê de li parlamentê û qadên din ên siyasî hêzeke girîng e.

Rewşa xitimandî ya li nava sîstema dewletê û pirsgirêkên aboriyê bûn sedem ku Hîzbûllah sîstema xwe xurtir bike. Hem hêzeke bingehîn a sîstema heyî ye, hem jî ji xwe re modeleke xweser diafirîne. Girseyen ku li dora Hîzbûllahê li hev dicivin, li gorî girseyên li gorî meylên din ên siyasî li hev dicivin, hîn bêhti aram in. Hîzbûllah ji gelek aliyan ve ji sîstema dewletê ya Lubnanê xurtir e.

CIVAKA SIVÎL NE XURT E

Li gorî rojnamevan Wîssam Matta, li Lubnanê kevneşopiya Rêxistinên Civakî yên Sivîl ne xurt e. Partiyên siyasî jî demokratîk nînin.

Wîssam Matta diyar kir, bi hatina penaberan re pirsgirêkên aboriyê zêde bûne û got, "Lê pirsgirêka bingehîn ew e ku projeyên ji bo çareserkirina vê rewşê nînin. Xeta aboriyê xwe dispêre modela sala 1990'î. Ev yek jî işaretê bi teqîneke mezin a civakî dike."

BÊ EDALETIYA HATINEYÊ

Li Lubnanê muçeyê kêmtirîn 500 dolar e. Lê belê lêçûna mehekê ya malbateke ji 3-5 kesan, herî kêm hezar û 500 dolar e. Kirêya xaniyan gelekî zêde ye. Pêwîstiyên jiyana rojane di standartên Ewropayê de ne. Tevî vê yekê jî hin mirov xwedî malên gelekî xweş, wesayit û kargehan e. Li dehan kolanên Lubnanê mirov li kesên destê xwe vedigirin rast tên. Bê edaletiya navbera xizan û dewlemendan li kolanên Beyrûdê bi rengekî vekirî tê dîtin.

Li gorî Dr. Mûhammed Nûreddîn, pirsgirêkên li Lubnanê wê rê li ber şerekî navxweyî veneke, lê belê divê mirov ne li bendê bin ku Lubnan di demeke nêz de aram bibe.