Pirsgirêka Efrîkayê ji Covîd-19 girantir e: Birçîbûn

Li gorî lêkolîneke hevpar a saziyên alîkariyê yên navneteweyî, hejmara mirovên mirovên birçî dimînin ku meha derbasbûyî 135 milyon kes bû, wê ji ber şewba Covîd-19 bi taybetî li Efrîkayê gelekî zêde bibe.

Rêxistina Xurekê ya Cîhanê (FAO), Yekîtiya Ewropa û gelek rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî di 22'ê Nîsanê de Rapora Ewlehiya Xurekê ya Cîhanê weşandin. Li gorî raporê het asala 2019'an 135 milyon kes bi rengekî giran di nava metirsiya birçîbûnê de ne. Di vê raporê de hate destnîşankirin ku birçîbûn yekser bandorê li 55 welat û herêman dike.

Di raporê de mijara ku herî zêde balê dikişîne ew e, daneyên hatine eşkerekirin yên sala 2019'an e ku beriya şewba Covîd-19 rû bide. Wê demê şewba Covîd-19 hîn bandoreke xurt li sektora çandiniyê ya hin welatan nekiribû.

TENÊ LI EFRÎKAYÊ WÊ JIYANA 129 MILYON KESÎ BIKEVE METIRSIYÊ

Parzemîna ku metirsiya birçîbûnê herî zêde lê heye Efrîka ye. Ji ber stresa şewba Covîd-19 li gel kêmbûna hilberîna çandiniyê wê aborî jî bi rengekî giştî paş bikeve.

Di rewşeke wiha de jî wê li parzemîna Efrîkayê 129 milyon kes bikevin nava lepên birçîbûnê. Tê texmînkirin ku ev hejmar li tevahiya cîhanê 183 milyon mirov bin.

YEK JI ÇAR PARAN JI BER ŞER E

Ji bo sedemên pirsgirêka birçîbûnê ya li Efrîkayê gelek faktor tên nîşandan. Lê belê faktorên sereke şer û rewşa ne aram û ewle ye. Hejmara mirovên ji ber şer, bêewlehiyê di sala 2019'an de di nava krîza birçîbûnê ya giran de bûn 34 milyon kes bûn. Fikar hene ku ev hejmar sala 2020'an ji ber Covîd-19 zêdetir bibe.

TEVLÎHEVIYA AVHEWAYÊ Û ABORIYÊ

Faktoreke din a girîng ku li ser birçîbûna li parzemîna Efrîkayê bi bandor e, avhewa ye. Li gel germahiya global ji ber afetên xwezayî çandinî nebû bersiva bendewariyan. Vê yekê jî salane 26 milyon Efrîkayî birçî hişt. Tenê li Kenya û Sûdanê ji ber ziwatiyê xurek bi destê 10 milyon kesî nakeve.

Tevlîheviya aboriyê tenê li Efrîkayê di nava sala derbasbûyî de zêdeyî 10 milyon mirov birçî hişt.

KRÎZ GIRAN BIBE WÊ BANDORÊ LI HÎN BÊHTIR MIROVAN BIKE

Krîza aboriyê ya ji ber Covîd-19 li tevahiya cîhanê rû da, tê zanîn ku wê herî zêde bandorê li welatên xizan bike. Krîza tenduristî û birçîbûnê ku wê bandorê li dehan milyon mirovên li Hindistan û gelek welatên başûr û başûrojhilatê Asyayê bike, wê bandoreke giran li Efrîkayê bike.