Pîrikên Plaza de Mayo neviyê xwe yê 130'emîn dîtin

Pîrikên Plaza de Mayo ku bi dehan sal in ji bo zarokên xwe yên winda têdikoşin, piştî ku neviyê wan ê 130'emîn hate dîtin daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Pîrikên Plaza de Mayo Duşema bihurî eşkere kirin ku nasnameya neviyekî wan ê din hatiye tespîtkirin.

Pîrikên Plaza de Mayo meha Nîsanê ya derbasbûyî eşkere kiribûn ku neviyê wan ê 129'emîn ê winda hatiye dîtin.

Têkoşîna pîrikan didome. Hîn jî herî kêm nasnameya 400 pitikên di dema dîktatoriyê de ya li Arjantînê hatin windakirin werin tespîtkirin.

Komeleya Pîrikan doh daxuyaniyek dan çapemeniyê. Kurê Elena Mijalchuk û Juan Manuel Darroux ê bi navê Javier Matias Darroux jî tevlî civînê bû ku ji sala 1977'an ve winda bû.

Dayika Darroux, sala 1977'an dema ku ji bo hevserê xwe yê winda bû bibîne çû adresekê ew jî hate revandin.

Darroux dema ku der barê nasnameya xwe de kete nava gumanan dest bi lêkolînê kir û got, "Min xwe zêde nêzî pîrikan nekir, ji ber ku ji min hebû ku rewşa min baş e. Lê belê dawiya sala 2006'an min fêhm kir ku divê li koka xwe bigerim... Mafê nasnameyê ne ew maf e ku danûstandin li ser bê kirin, ne ew maf e ku dest jê bê berdan û bê jibîrkirin."

Juan Manuel Darroux dema ku li beşa rêveberiyê ya Zanîngeha Moronê dixebitî Elena Mijalchuk nas kir.

Sala 1977'an li paytext Buenos Airesê li benda kontrolê ji aliyê hêzên 'ewlekariyê' ve bi zorê li wesayitê hate siwarkirin û revandin.

Piştî demekê Elena xwe gihand adresa ku hevserê wê lê bû. Malbata xwe bir devera hevdîtinê û Elena jî di wê demê de hate revandin.

Li gorî agahiyan Javier Matias li devereke ku bi sê avahiyan dûrî navenda êşkenceyê ji aliyê jinekê hate dîtin.