Peymana qirêj a bi Lîbyayê re, koça ber bi Îtalyayê kêm kir

Bi qasî ku hate tespîtkirin, par 119 hezar koçber gihîştin Îtalyayê ku rawestgeha destpêkê ya koça ber bi Ewropayê ve ye. Tê gotin ku peymana qirêj a bi hikumeta Lîbyayê re hate kirin, tesîra xwe li ser kêmbûna hejmara penaberan kiriye.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê, piraniya wan ji Lîbyayê 119 hezar û 310 penaber par gihîştine peravên Îtalyayê.

Li gorî daneyên wezaretê, rêjeya hatine koçberan li gorî sala 2016'an bi 34 ji sedî kêm bûye ku sala 2016'an 180 hezar penaber hatibûn. Tê gotin, zêdekirina kontrolên di çarçoveya peymana bi hikumeta Lîbyayê re hate kirin û desteka Yekîtiya Ewropayê tesîra xwe li kêmbûna koça penaberan kirine.

Hejmara penaberên ku par ji Îtalyayê hatin dersînorkirin 6 hezar û 340 e. Ev hejmar sala 2016'an 5 hezar û 300 bû.

BI SAYA PEYMANA KU SAZIYÊN MAFÊN MIROVAN REXNE DIKIRIN

Par li peravên Îtalyayê di Gulan û Hezîranê de 45 hezar penaber hatibûn rizgarkirin. Ev hejmar piştre kêm bû.

Peymana ku ji bo vegerandina bi sed hezaran koçberên Afrîkayî hate amadekirin, bi sedema ku li derveyî mirovahiyê ye, ji aliyê gelek saziyên mafên mirovan ve hatibû rexnekirin.

Derketibû holê ku li penaberên li Lîbyayê êşkence hatiye kirin û ji aliyê bazirganên koleyan ve hatine bikaranîn.

18 SALAN 33 HEZAR PENABER LI DERYA SPÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), heta meha Kanûnê di navbera Lîbya û Îtalyayê de herî kêm 2 hezar û 833 penaber xeniqîn. Ev hejmar sala 2016'an 4 hezar û 600 bû.

Wekî din li gorî daneyên IOM'ê, zêdeyî 33 hezar kes di navbera salên 2000-2017'an li Derya Spî xeniqîn. Li gorî IOM'ê sala 2016'an yek ji 40 penaberên hewl dan bi rêya deryayê xwe bigihînin Ewropayê, jiyana xwe ji dest dan.