Peymana bazirganiyê ya YE-Kanadayê kete meriyetê

Peymana bazirganiya serbest a navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Kanadayê, ku par hate îmzekirin û rê li ber gelek nîqaşan vekir, ji duh bi şev û pê ve kete meriyetê.

Peymana Bazirganiya Serbest a YE-Kanada (CETA), piştî danûstandinan di Cotmeha 2016'an de hatibû îmzekirin. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl dan xuyakirin, ku ev peyman wê pîvanên parastina hawirdorê û mirovan binpê bike. Beşeke girîng a peymanê ji duh bi şev û pê ve bi awayekî fermî kete meriyetê.

Li gorî vê yekê, 98 ji sedî yê berhemên di navbera welatên Yekîtiya Ewropa û Kanadayê de hatine firotin, nekevin ber gumrukê. Li gorî Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, bi rakirina gumrukê re wê şîrketên li welatên Ewropayê, salane bi 590 mîlyon Euroyî ji bacê teserûf bikin.

Wekî din, di çarçoveya peymanê de wê şîrketên Ewropî yan jî Kanadayî karibin bikevin îhaleyên cemaweriyê.

Xaleke di peymanê de cih digire, lê belê hê divê ji aliyê parlamentên 23 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê bê erêkirin, vê gavê li derve hatiye hiştin. Ev xal li ser wê yekê ye, ku dema şîrket an jî dewletan li hev nekirin, wê kîjan sazî yan jî dadgeh bikevin navberê.

Yekîtiya Ewropayê, piştî DYA ku salane 60 mîlyar dolarî îxracatê dike, duyemîn yekîtiya aboriyê ye ku herî zêde îxracatê li Kanadayê dike. Kanada jî partnerê 14. ê deranînê yê Yekîtiya Ewropayê ye.