Rapora vekişandina ji peywirê ya Trûmp di meha Kanûnê de ye

Hate ragihandin ku rapora lêpirsîna li ser pêvajoya vekişandina ji kar a Serokê DYE’yê Donald Trûmp di meha pêş de wê were teslîmkirin.

Derbarê pêvajoya vekişandina ji kar a li Meclîsa Nûneran didome ya ku yek ji pêkhateya kongreyê ye, endamê Partiya Demokrat Adam Schîff diyar kir ku komîsyonên cihê rapor amade kirine û gelek delîl bi dest xistine ku Trûmp peywira xwe bi xerabî bi kar aniye.

Schîff diyar kir dibe ku hinek şahidên din jî werin guhdarîkirin.

Derketibû holê ku Serokê DYE’yê Donald Trûmp ji Alîkarê Serokê berê yê Partiya Demokrat Joe Bîden di hilbijartina sala 2020’an de ji dewrê derxîne, derbarê kurê Bîden pêşniyaza lêpirsînê biriye ji Ûkraynayê re. Dîplomatan jî diyar kiribûn ku alîkariyên leşkerî yên DYE’yê yên ji bo Ûkraynayê ji bo lêpirsîna li dijî Bîden hatiye kirin.

Tê diyarkirin dibe ku Trûmp di dengdana Meclîsa Nûneran de ji peywirê were stendin. Lê li Senatoyê jî Komarparêz zêde ne û ji ber vê jî şîrove têkirin ku îxtîmala vekişandina ji kar gelekî qels e.