Petrikxaneya Skenderiyê Kîev nas kir

Li ser Ukraynayê dubendiya li cîhana Ortodoksan, piştî ku Petrikê Skenderiyê jî Kîev nas kir zêdetir dibe.

Di nav Dêra Ortodoks a Rojhilat de ku beşekî mezin ê Xiristiyanên Rojhilat temsîl dike, dubendiya di navbeyna petrikên Moskowê û Kîevê de bi tevlêbûna dêrên din didome.

Çile piştî ku Petrikaneya Rûm Fener a Stenbolê Dêra Ortodoks a Ukraynayê mîna dêreke ji Moskowê serbixwe nas kir, Petrikxaneya Moskowê helwest nîşan da. Moskowê biryar dabû ku têkiliyên xwe bi temamî ji Petrikxaneya Rûm Fenerê bibire.

Herî dawî jî piştî ku ji hêla Skenderiyê ya Misrê û Petrikê Hemû Efrîkayê Theodore II ve Dêra Ortodoks a Ukraynayê hate naskirin, Petrikxaneya Moskowê helwest nîşan dabû. Piştî kombûna Dêra Ortodoks a Rûs Sînoa Pîroz di daxuyaniyê de hate goitn biryara Petrikxaneya Skenderiyê 'takekesî' ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin Dêra Ortodoks a Rûs hemû têkiliyên xwe ji Petrikxaneya Skenderiyê ya Rûmê û Petrikxaneya Hemû Efrîkayê biriye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin serekpîskoposên ku ne li ser biryara Petrik Theodore II bin wê têkiliyên bi wan re werin domandin.