Pêşî li beşeke girîng a kanserê dikare bê girtin

Cûreyên kanserê ku li cîhanê sedema yek ji mirina 6 kesan e bi giranî li welatên xizan dixin. Girîngiya tespîtkirina zû û kampanyayên pêşîlêgirtinê zêdetir dibe.

Her sal derdora 10 milyon kes ji ber cûreyên kanserê jiyana xwe ji dest didin ku ev hejmar salên dawî zêde dibe. Di sala 2012'an de 82. milyon mirov ji ber kanserê mirin. Di sala 2018'an de ev hejmar gihîşt 9.6 milyon mirovî.

GUHERTINA DEMOGRAFÎK NE SEDEMA YEKANE YE

Li gel zêdebûna nifûsa cîhanê her wiha extiyarbûna nifûsê jî yek ji sedemên zêdebûna mirina ji ber kanserê tê nîşandan. Lê belê şert û mercên jiyanê û xwedîkirinê, bikaranîna madeyên kanserojen a ji ber teknolojiya pêşketî, weke sedemên girîng tên dîtin.

Li gorî raporên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jiyana dûrî liv û tevgerê û obezîte gefeke girîng e. Ji zarokan heta mirovên bi temen kêmbûna liv û tevgerê dibe sedem ku hucreyên kanserê di nava beden de rû bidin û sîstema parastinê ya li dijî van kêm bibe.

HER SAL ZÊDEYÎ 18 MILYON MIROV BI KANSERÊ DIKEVIN

Di rapora dawî ya pisporên WHO'yê de ya sala 2018'an, nîvê wan li Asyayê li tevahiya cîhanê zêdeyî 18 milyon mirov bi cûreyên kanserê ketin. Li welatên xizan tevî ku hejmara mirovên bi kanserê kêm in, hejmara yên ji ber kanserê jiyana xwe ji dest didin zêde ye.

Li Efrîkayê ku yek ji 6 parên nifûsa cîhanê lê ye, nexweşên kanserê 7 ji sedî yê li cîhanê ye. Lê belê rêjeya mirina mirovan ji ber kanserê li gorî parzemînên din bilindtir e.

70 ji sedî yê mirina ji ber kanserê li welatên xizan rû didin.

Li welatên Ewropayê, yek ji çar an jî pênc kesên jiyana xwe ji dest didin ji ber cûreyên kanserê jiyana xwe ji dest didin.

YEK JI SÊ PARÊN MIRINA MIROVAN JI BER SÊ CÛREYAN E

Di mirina 10 milyon mirovî ya ji ber kanserê de rola sê cûreyên kanserê balê dikişîne. Kanserên pişik, sîng û kolon sedema yek ji sê mirinên ji ber kanserê ne.

Li gelemperiya cîhanê di nava kanserên ku dibin sedema mirina mêran kansera pişikê di rêza sereke de ye. Li gorî daneyên sala 2015'an ên WHO'yê, piştî kansera pişikê, kanserên kezebê, mîde, kolorektal û prostat pênc ji cûreyên kujer ên kanserê ne.

DI NAVA JINAN DE KANSER SÎNGÊ DI RÊZA DESTPÊKÊ DE YE

Di nava jinan de jî kansera sîngê yan jî memikê cûreyê sereke yê kanserê ye ku dibe sedema mirinê. Piştî wê jî kanserên pişikê, kolorektal, malzarok û mîdeyê cûreyên kujer ên kanserê yên li nava jinan e.

NÊZÎ NÎVÊ KANSERAN DIKARIN BÊN ASTENGKIRIN

Bi taybetî li welatên pêşketî, di têkoşîna dijî kanserê de tevî teşhîsa zû tê kirin, her wiha kampanayayê ji bo pêşîgirtina li sedemên nexweşiyan pêşketineke girîng heye. Mînak li Fransayê di navbera salên 1990 û 2015'an de bi sa ya kampanyayê ji bo teşhîskirina zû ya kanserê, nêzî nîvê nexweşên kanserê kêm bûn.

Tê texmînkirin ku li welatên xizan eger derziyên li dijî enfeksiyonên onkogenê bên zêdekirin wê her sal derdora milyonek mirov bi kanserê nekevin. Pisporên WHO'yê destnîşan dikin ku derzî û dermanên li dijî enfeksiyona Human pailomavîrûs (HPV) a li dijî kansera malzarokê û derziya li dijî Hepatît B a li dijî kansera kezebê girîng e.

LI WELATÊN XIZAN DERFETÊN TEDAWIYÊ NÎNE

Tevî kampanyayên pêşîgirtinê û teşhîsa bi zû, her wiha têkoşîna li dijî kanserê jî girîng e. Divê civak hemû karibe xwe bigihîne derfetên tedawîkirinê.

Di sala 2015'an de hatibû ragihandin ku li welatên pêşketî ji bo tedawîkirina 9 ji 10 cûreyên kanserê derfetên tibî pêşkêşî civakê hatine kirin. Lê belê ev yek li welatên xizan tenê yek ji sê paran e.

PIRANIYA NEXWEŞIYÊN KANSERÊ DIKARIN ÊN ASTENGKIRIN

Pispor destnîşan dikin ku çixare di serî de kanser kezebê, sedema yek ji pênc parên mirina ji ber kanserê ye. Çixare her wiha sedema bingehîn a cûreyên kanserê yên qirikê, dev, gurçik, mîzdank, pankreas, mîde û malzarokê ye. Tenê di kansera pişikê de 70 ji sedî ji ber bikaranîna çixareyê ye.

Yek ji sedemên bingehîn ên kanserê jî jiyaneke bêliv û tevger e; bikaranîna zêde ya goştê sor û xwarinên nebaş in. Kîloyên zêde û obezîteya ji ber vê yekê rû didin rîska kanserê mezintir dike.

Ji ber vê yekê liv û tevgera bi rêk û pêk a fîzîkî û xwarina bi rêk û pêk girîng e.

Vexwarina alkolê bi rengekî zêde, dibe sedema kanserên dev, qirik, kezeb, kolon û sîngê. Her wiha enfeksiyonên dikare rê li ber wan bê girtin û qirêjiya hewayê ya ji ber bajarbûnê rîska kanserê zêde dike.

Tevî van hemûyan bikarnaîna madeyên kîmyewî rîska kanserê zêde dike.