Parlamenterên Ewropa û Rojhilata Navîn destek dan Guvenê

Parlamenterên Ewropa û Rojhilata Navîn danezanek belav kirin û piştgiriya xwe ya ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven eşkere kirin.

Parlamenterên Ewropa û Rojhilata Navîn destek dan Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji bo şkandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya wî ya fîzîkî, 64 roj in ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger. Parlamenteran bi vê armancê danezanek belav kirin û bal kişandin ser rewşa Guven ku her diçe xerab dibe.

Li gorî nûçeya rojnameya Gazete Karincayê, di danezanê de li ser daxwazên Guvenê hatiye sekinandin û tê gotin, ji 11 Cotmeha 2016’an heta niha di derbarê tenduristiya Ocalan ti agahî nehatiye girtin; ne bi rêya telefonê, ne rû bi rû, ne jî bi rêya elektronîk postayê tu hevdîtin pê re nehatine çêkirin.

Di danezanê de tê gotin, “Em peyama Leyla Guven dibîhîzin” û bang li desthilatdariya Enqereyê tê kirin ku li gorî zagonên xwe tevbigere û Guven demildest bê berdan.

Di danezanê de tê gotin, "Yekane rêya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd, diyaloga aştiyane û demokratîk e; tecrîd û girtin nîn e."

Navê parlamenterên Çepgirên Yekbûyî Yên Ewropayê/Keskên Bakurî (GUE/NGL) ên mohra xwe li danezanê danîne ev in:

Martina Anderson (Sinn Féin-Îrlanda), Lynn Boylan (Sinn Féin-Îrlanda), Matt Carthy (Sinn Féin-Îrlanda), Takis Hadjigeorgiou (AKEL-Kibris), Kostadinka Kuneva (Syriza-Yewnanîstan), Liadh Ní Riada (Sinn Féin-Îrlanda), Dimitris Papadimoulis (Syriza-Yewnanîstan), Paloma Lopez (İU-Îspanya), Sabine Losing (Die Linke-Almanya), Lidia Senra (Serbixwe-Galiçya), Neoklis Sylikiotis (AKEL-Kibris), Ángella Vallina (İU-Îspanya), Miguel Viegas (PCP-Portekiz), Raid Fahmi (Serkreterê Giştî Yê Partiya Komunîst a Iraqê), Aqel Taqz (Partiya Gel a Filîstinê), Aida Touma (Partiya Komunîst a Îsrailê), Nizar Trabulsi (Partiya Komînîstên Yekbûyî yên Sûryeyê).