Perdeyên Neteweyên Yekbûyî û Che Guevara

Perdeyên salona civînê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, ji sala 1964'an û vir ve yekemcar hatin vekirin.

Elmanya ku serokatiyê ji Konseya Ewlekariyê re dike, piştî 55 salan kir ku salona civînê ya Konseyê bi ronahiya rojê ronî bibe. Perdeyên giran ên ku paceyên Konseyê digirtin, di civînekê de hatin vekirin.

Wêneyên vê yekê jî ji aliyê Nûnertiya Elmanyayê ya li Neteweyên Yekbûyî ve li ser Twitterê hatin weşandin ku di wêneyan de tê dîtin, civîna Konseya Ewlekariyê bi rengekî ronî tê kirin.

Gelo perdeyên salona Konseya Ewlekariyê çima hatibûn girtin?

Beriya 55 salan şoreşgerê efsanewî yê Arjantînî Che Guevara li heman salonê di civîna Konseya Ewlekariyê de diaxivî. Di dema axaftina Guevara de ji aliyê din ê çemê Eastê roketek ber bi salonê ve hate avêtin. Roket negihîşt salonê û 180 metre berî bigihêje salonê kete nava çem. Teqîna roketê ji salonê hate dîtin û bihîstin.

Che ku wê demê wezîrê pîşesaziyê yê Kubayê bû, tevî teqînê jî navber neda axaftina xwe. Che di dawiya axaftina xwe de puroya xwe kişand û got, teqînê tehma puroya wî xweştir kiriye.

Di encama lêpirsîna polîsên New Yorkê de mekanîzmaya roketê li qiraxa çem hate dîtin. Piştre hate tespîtkirin ku eger mekanîzmaya roketê rast bihata eyarkirin wê roket li salona Konseya Ewlekariyê biketa.

Piştî vê raporê, paceyên Konseya Ewlekariyê bi perdeyên giran hatin girtin.

Sala 2013'an jî camên salona Konseya Ewlekariyê bi camên ku teqîn nikare pê hatin guhertin. Perdeyên li pacan jî piştî vê guhertinê yekemcar pêr hatin vekirin.