Pentagon wê hêza teqwiyeyê bişîne Kendavê

Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Mark Esper ragihand ku li ser daxwaza Erebistana Siûdî û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (MEY) wê hêza teqwiyeyê bişînin Kendavê.

Mark Esper bibîrxist ku hema Hezîranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve balafireke keşfê ya Emerîka hate xistin û desteserkirina keştiyekî Îngîlîz û balkişand li ser êrîşa 14’ê Îlonê ya li dijî du xetên petrolê yên stratejîk yên Erebistana Siûdî.

Li gorî Esper ev êrîş “Nûnertiya zêdebûna êrîşên Îranê dike”. Esper wiha got; “Ji bo pêşîlêgirtina aloziyeke Erebistana Siûdî bi armanca parastina bingehê qralyetê piştgiriya navnetewî xwest. Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî jî piştgiriyek xwest.”

Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Mark Esper got li ser daxwazên her du welatan ew ê hêza teqwiyeyê bişînin Kendavê. Têkildarî hejmara yekîneyên leşkerî û tîmên werin şandin ti agahiyek nehate dayîn.

DYE’yê roja Îranê guşarên li dijî Bankeya Navendî ya Îranê zêde kir. Li gorî Trûmp bi vê guşarê re guşara herî tund a heta niha hatiye kirin e.