Pêkiriyên DYA'yê: Pere û Borsaya Rûs nirxên xwe winda dike

Piştî biyara pêkiriyên DYA’yê yên piştî bihinceta jehrkirina sîxûrê Rûs ê li Îngiltereyê û şûnde bi lez bazara darayî ya Rûsya û pereyê wê nirx winda kir.

Di nava du salên dawî de pereyê Rûsya herî zêde qîmet winda kiriye. Li ser biyara pêkiriyên nû yê roja Çarşemê hate girtin û şûnde bandora wê li bazara Rûsya kir, li ser biryara pêkanînên nû yên Washîngtonê Moskova û Moex ên du lingên bingehîn ên borsayê ne bi rêzêve ji sedî -3,13 û ji sedî -1,27 daket jêr. Dolar jî ji meha Mijdara 2016’an û vir ve gihişte 66 rubbleyan. Eûro jî ji meha Nîsanê û vir ve cara yekem ku xwe gihand sînorê 77 rûbleyan.

Hîseyên borsya Aeroflat a yek ji kargehên rêya hewayî ya nîvê wê perave ji sedî -10,59 kete xwar. Li gorî çapemeniya DAY’yê jî rêveberiya Trûmp wê rê nede ku Aeroflot li DYA’yê nedane.

Bankayên ku bûne hedefa pêkanînan jî bandor li rewşa borsayê jî kiriye. Banka Sber jî ji sedî 4,72 nirx winda kiriye.