Bûyera Skrîpal: DYA biryara pêkanînê nû li Rûsya kir

DYA’yê ji ber îdîaya ku sîxûrê Rûs Sergey Skrîpal ê li Îngiltereyê hatibû jehrdan, ragihand ku li hemberî Rûsyayê biryara pêkanînan girtine.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA), ragihand ku li hember rêveberiya Rûsya ya ku ji jehrdana Sergey Skrîpal ê di meha Adarê de li Îngiltereyê nîşan da, biryara pêkanînên nû girtine.

Berdevka Wezareta Karê Derve Heather Naûert destnîşan kir ku di bûyera Skrîpal de delîlên ku Rûsya çekên kîmyewî û biylojîk bikar anîne hene. Naûert bibîr xist ku bikaranîna çekên kîmyewî li gorî qanûnên navneteweyî qedexene ji bo wê ev biryar girtine.

Têkildarî pêkanînên aborî yên li ser Rûsyayê agahiyên zelal nehatin dayîn, hate diyarkirin ku pêkanîn wê di dawiya vê mehê de bikeve meryetê.

Rêveberiya Rûsya jî îdîaya jehrdana Sergey Skrîpal û keça wî red dike, biryara pêkanîna DAY’ê ji aliyê Îngiltereyê ve hate silavkirin.