Pedro Sanchez bi partiya çep a radîkal re hikûmeta koalîsyonê ava kir

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez bi partiya çep a radîkal a Sumar re hikûmeta koalîsyonê ava kir, piraniya wezîrên xwe di hikûmeta nû de ji nû ve destnîşan kir.

Lîderê Sosyalîst Pedro Sanchez ku roja Pêncşemê bi taybetî bi piştgiriya serxwebûnxwazên Katalan ji nû ve li Maclîsê wek serokê hikûmetê hat tayînkirin, hikûmeteke ku ji 22 wezaretan pêk tê ava kir.

Ji 22 wezîrên hikûmeta Sanchez 12 jê jin in, 5 jî ji platforma çep a radîkal Sumar in.

Komunîst Yolanda Dîaz ku ji nû ve wekî Wezîra Xebatê hat tayînkirin, di nav wan kesan de ye ku peymana hikûmeta Pedro Sanchez îmze kiriye.

Di nav kesên din de Wezîrê Karên Derve Jose Manuel Albares, Wezîra Veguheztina Ekolojîk Teresa Ribera, Wezîra Parastinê Margarita Robles û Wezîrê Karên Hundir Fernando Grande-Marlaska hene.

Wezîra Aboriyê ya Sosyalîst û Cîgira Serokê berê Nadia Calvino, ji ber îhtîmala ku di meha Kanûnê de wek Seroka Banka Veberhênanê ya Ewropayê (EIB) bê hilbijartin, kursiya xwe parast.

Wezîrê Serokatiyê Félix Bolanos ku destê rastê yê Sanchez tê hesibandin, peywira “wezaretek super" ya berfireh girt ser xwe. Wezareta Edaletê jî kete bin desthilatdariya Bolanos. Bolanos di hefteyên dawî de bi berfirehî beşdarî danûstandinên bi serbixweyên Katalonî re bû.

Agahiyek balkêş ev bû ku tu wezîrên ji koma çep a radîkal a Podemos ku Sánchez heya niha pê re hikûmet kiriye, cih negirtin. Podemos tenê pêkhateyek Sumar e û hewl dide ku xweseriya xwe biparêze. Tê payîn ku hikûmeta nû bi mijarên dijwar ên wek biryara efûkirina serbixwexwazên Katalan re mijûl bibe. Katalanan ji boi qanûna efûyê were derxistin serokwezîriya Sanchez erê kiribû.