Paşînyan ji bo endamtiya YE’yê banga şêwira neteweyî kir

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan bang li hemwelatiyan kir ku li ser îhtîmala bûyîna endamtiya Yekîtiya Ewropayê nîqaş bikin.

Dagirkeriya Rûsyayê ya li Ûkraynayê, destpêkirina danûstandinên tevlîbûnê bi Kîev û Moldovayê re û dayina statuya namzetiyê ji bo Gurcistanê, ji aliyê berfirehbûnê ve gaveke nû bi Yekîtiya Ewropayê da avêtin. Di rewşeke bi vî rengî de Ermenistanê jî berê xwe da Rojava û ber bi vê rêgehê ve gavan diavêje.

Nîkol Paşînyan roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê got ku li ser îhtîmala tevlîbûna YE'yê "divê di civakê de bibe mijareke berfireh a nîqaşê."

Parlementoya Ewropayê vê hefteyê ji bo biryara ku tê de tê xwestin têkliyên di navbera YE’yê û Ermenistanê de baştir bibin pejirand.

Paşîniyan di civîna hikûmetê de got, "Ev yek ji bo siberoja Ermenistanê firsendeke nû ye ji bo nîqaşkirina vizyona me.”

Serokwezîr Paşîniyan da xuyakirin ku hikûmeta wî "xwedî vîneke siyasî ye ku ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera Ermenistan û YE’ê de bixebite."

Îhtîmala endametiyê di mehên dawî de gelek caran ji aliyê rayedarên Ermenistanê ve ku Wezîrê Karên Derve Ararat Mîrzoyan jî di nav de hat rojevê.