Partiyên Bûlgar nerazîbûn nîşanî destwerdana AKP'ê ya li hilbijartinan dan

Der barê destwerdana hikûmeta AKP'ê li hilbijartinên dawiya hefteyê yên li Bûlgarîstanê, du partiyên sereke yên Bûlgar nerazîbûneke tund nîşan dan.

Hin rayedarên AKP'ê yekser navê partiya DOST a ji aliyê Tirkan ve hatiye avakirin anîn ziman û xwestin, deng ji vê partiyê re bê dayîn. Serokkomarê Bûlgarîstanê Rûmen Radev jî nerazîbûn nîşanî vê yekê dabû.

Lîdera Partiya Sosyalîst Kornelîa Nînova û lîderê Partiya Gerb û Serokwezîrê berê Boîko Borîssov ku di hilbijartinên roja Yekşemê de rêjeya dengên wan weke hev xuya dike nerazîbûn nîşanî vê dan.

Lîdera Partiya Sosyalîst Kornelîa Nînova têkildarî destwerdana AKP'ê li hilbijartinê  destnîşan kir, ku ew destwerdana welatekî din li karên navxweyî yên Bûlgarîstanê red dikin. Nînova anî ziman, daxuyaniyên ji Tirkiyeyê li ser tercîha hindikahiyên Tirk ên li welêt, 'bi rengekî vekirî, destwerdan' e.

Lîderê Partiya Gerb û Serokwezîrê berê Boîko Borîssov jî diyar kir, ew li dijî destwerdana AKP'ê ya li hilbijartinên wan e. Borîssov destnîşan kir ku ev destwerdanên AKP'ê ne yên qebûlkirinê ne.

Di hilbijartinên parlamentê yên roja Yekşemê de, tê payîn ku rêjeya dengên Partiya Sosyalîst û Partiya Gerb nêzî hev be.

Li Bûlgarîstanê ku nifûsa xwe zêdeyî 7 mîlyonî ye, bi qasî 700 hezar Tirk dijîn. AKP'ê bang li 60 hezar hemwelatiyan kiribû ku dengê xwe bidin partiya DOST a ew piştgiriya wê dike.