Partiya Lîberal wê zextên polîsên Swêdê bîne rojeva parlementoyê

Piştî ku Amîneh Kakabaveh a Parlementera Serbixwe xwest ku zextên Polîsên Ewlekariya Swêdê (Sapo) yên li ser Kurdan li parlementoyê bê nîqaşkirin, niha Partiya Lîberal xwe amade dike mijarê bîne rojeva parlementoyê.

Polîtîkayên li Swêdê zextên Polîsên Ewlekariya Swêdê Sapo yên li ser Kurdan tînin rojeva parlementoyê, medyaya Swêdê ji cihek mezin ji mijarê re vedike û Sapo yê bi zextên li ser Kurdan ên ji derveyî qanûnê teşhîr dike.

Rojnameya Aftonbladet a Swêdê jî bi meqaleyekê zextên Sapo yên li ser Zozan Buyuk a dayîka 2 zarokan vedibêje weşand.

Navenda Civaka Demokrak a Kurd a Swêdê jî ji bo Sapo zextên li ser Kurdan bi dawî bike hevdîtinên xwe yên bi nûnerên partiyên siyasî re didomîne. Duh seatên êvarî nûnerê komeleyên Kurd bi Parlementera Partiya Lîberal û Berdevka Polîtîkaya Derve Fredrîk Malm re civiyan, di derbarê zextên Sapo yên li ser Kurdan de agahî dan û xwestin mijarê bibin rojeva parlementoyê.

Ji Komeleya Jinan a Barîn Zozan Baransson, got ku gelek rîska ewlekariya Swêdê li ser Zozan Buyuk a dayîka 2 zarokan heye ku dersînor bike. Baransson piştî ku daxwaza kir ku Yekîtiya Ewropa û Swêd lîstêyên “rêxistinên terorê” ji nû ve berçav re derbas bike divê bersiva pirsa ger sûcên terorîstî yên li dijî ‘Zozan Buyuk’ rast bin û rîska ewlekariya li ser hebe çima nayê girtin bê dayîn.

Endamê Saziya Rêveberiya Sol Forûm a Navneteweyî Yekbûn Alp jî diyar kir ku Sapo heman zextên dema lêpirsîna derbarê kuştina Serokwezîrê Swêdê Olef Palme de dikir, niha jî bi şêweyek sîstematîk li ser Kurdan pêk tîne. Alp got ku “Êdî bes e” û destnîşan kir ku dersînorkirina li dijî Kurdan çavkaniya xwe ji şêweyê keyfî ya ku PKK di nava lîsteya “rêxistinê terorê” de girtinê tê.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê Ridvan Altûn got ku ji 30 kesan zêdetir weke Zozan Buyuk rîska dersînorkirinê hene. Altûn da zanîn ku Sapo ji agahiyên ji servîsên îstixbarata dewleta Tirk ên li ser Kurdan digre nirxandinan dike.

MALM: EZ Ê MIJARÊ BIBIM ROJEVA PARLEMENTOYÊ

Fredrîk Malm diyar kir ku dersînorkirina Zozan Buyuk û gelek Kurdan wê pir şaş dike û wê mijarê bibe rojeva civîna Konseya Rêveberiya Baroya Koçberan a ku ew bi xwe endama wê ye ku hefteya bê wê were lidarxistin.

Parlementera Serbixwe Amîneh Kakabaveh bi pêşniyarnemeyekê roja 9’ê Adarê zext û dersînorkinên polîsên Swêdê yên li ser Kurdan anibû rojeva parlementoyê.

Rojnameya Aftonbladet a ku ji 800 hezaran zêdetir bi trajiyan ku li Swêdê herî zêde tê firotin, di serê vê hefteyê de zextên polîsan ê li ser Buyukê ê bi sernava “Dayîka du zarokan Zozan xwe ji Sapo diveşêre” weşand.