Partiya Çepgir a Luksembûrgê peyama piştevaniyê ji bo HDP'ê da

Partiya bendê ya Luksembûrgê Partiya Çepgir (Dêî Lênk) ji bo ku HDP neyê girtin bang li Yekîtiya Ewropayê kir.

Ji partiya bendê (muxalîf) a Luksembûrgê Partiya Çepgir bi daxuyaniyeke niviskî hewldana girtina HDP'ê şermezar kir.

Partiya Çepgir bal kişande ser êrîşên ku van salên dawî li ser HDP'ê zêde bûne û diyar kir HDP ne tenê ji bo bendê her wiha ji bo gelê Kurd jî dengekî xurt e.

Partiyê bal kişande ser gavên zextê yên li ser Kurdan yên bi destê dewleta Tirk û got, ''Em zexta dewletê ya li Tirkiyê ya li ser bendê, li hundir û li derve li ser Kurdan şermezar dikin.''

Partiyê diyar kir rêbazên zextê yên dewleta Tirk bi rêgezên hiquqî re li hev nayên û ji ber vê ti giringiya pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê nîne. Partiya Çepgir her wiha bang li YE'yê kir û got, ''Li nirx û rêgezên xwe xwedî derkevin, dengê xwe li hikûmeta Tirk bikin û nehêlin ku HDP were girtin.''