Partiya Çep ji bo ‘Salih Muslum’ bang li Macron kir

Li Fransayê Partiya Çep û kesên ji koma ‘France Însoûmîse’ hatine hilbijartin, ji bo ku hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslum serbest were berdan û piştgiriya Kurdan were kirin bang li Serokkomar Emmanûel Macron kirin.

Di kovara Marîanneyê de bi navê ‘Rêzdar Macron, tevî me bixwazin ku bila Salih Muslum serbest were berdan û alîkariyê bidin Kurdên li Sûriyeyê’ belavokek hate belavkirin.

Van kesan îmze dan belavokê:

Berdevkê partiya France Însoûmîse ya namzetê berê yê Serokkomariyê Jean Lûc Melanchon û sekreterê berpirsyar ê têkiliyên navneteweyî û parastinê yê Partiya Çep Djordje Kûzmanovîç, endamê Meclîsa Herêmî yê Rhone-Alpes, Aûvergne Morel-Darleûx, Berpirsê meseleya Kurdan û Tirkan ê Partiya Çep Jean-Chrîstphone Sellîn û Hevberpirsyarê Komîsyona Navneteweyî ya Partiya Çep Theophile Malo.

Nûnerên Partiya Çep nerazîbûn nîşanî binçavkirina Salih Muslum dan û diyarkirin ku şopandina Salih Muslum a li Pragê tê wateya ku ‘Tirkiye li ser axa Ewrûpayê operasyoneke îllegal dide meşandin.’

Di belavokê de hate diyarkirin ku heke Salih Muslum teslîmî Tirkiyeyê were kirin, rîska cezayê kuştinê heye.

Kesên ku îmze dane belavokê diyar kirin ku Erdogan wekî ‘xelîfe’yan tevdigere û rojnameger, entelektuel, karmendên girtî bi bîr anîn.

Endamên Partiya Çep nerazîbûn nîşanî bêdengiya Fransayê dan û gotin, “Skandal e ku li welatekî Ewrûpayê Erdogan fermana girtinan dide. Ji ber ku Salih Muslum ne girtiyekî adlî ye. Muslum berpirsyarekî siyasî ye.”

Endamên Partiya Çep nerazîbûn nîşanî Fransayê dan ku, çima destûrê dide çalakiyên nîjadperestên Tirk ên li Fransayê. Nûnerên Partiya Çep bang li Macron kirin û gotin, “Piçekî culhet lazim e. Divê hûn Kurdên li Efrînê biparêzin ên ku êrîş li ser wan heye û divê hûn serbestberdana Salih Muslum bixwazin.”