Parlemetoya Iraqê daxwaza derketina hêzên biyanî kir

Parlementoya Iraqê, pêşnûmeyeke ku daxwaz ji hikûmetê dike ku hêzên biyanî bên derxistin, xiste dengdanê.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokatiya Parlemetoyê ve hate dayîn, ev tişt hate gotin: “Parlemento hemû hêzên ku ji bo li dijî DAIŞ’ê piştgiriya têkoşînê li gel wan kir, sipasî û minetdariya xwe pêşkêş dike, ji bo derxistina hêzên biyanî daxwaza ji hikûmetê kir ku rojekê diyar bikin.”

Koalîsyona navneteweyî ya ku di pêşengtiya DYA’yê de sala 2014’an dema gefa DAIŞ’ê li ser Bexdayê hebû, bi tevlîbûna 74 welat, bi bin sêwana rêxistinên navneteweyî yên mîna Înterpol û NATO’yê de kom bibûn.

Koalîsyon di daxuyaniya meha Sibatê dayî de,diyar kiribû ku wê sala 2018’an hêzên li Iraqê bixin. Koalîsyon wiha gotibû: “Dewamkirina koalîsyonê ya li Iraqê pêwîstî bi hinek mercan heye.” bi vê mijarê bala Hikûmeta Iraqê dibir ser koordînasyonê. Li Iraqê 5 hezar leşkerên DYA’yê heye.

Artêşa Tirk bi dehê salan e li Başûrê Kurdistanê li gelek nuqteyan weke hêzeke dagirker heyîna xwe didomîne.

Têkildarî biryara Parlementoya Iraqê bê çiqasî û kîjan hêzan digire nava xwe diyar nebû. Lê Hikûmeta Iraqê beriya demekê daxwaz kiribû ku hêzên Tirk bên vekişandin, lê heta niha tiştek di vê mijarê de nekiriye.