Parlamenteran ji bo Yemenê banga aştiyê kirin

Gelek parlamenterên Ewropayî, ji bo aştî li Yemenê pêk were bang li aliyan kirin. Neteweyên Yekbûyî jî ragihand, ji bo çareserkirina pirsgirêka birçîbûnê wê bernameyên alîkariyê berfireh bike.

Nêzî 20 parlamenterên Ewropî bi pêşengiya parlamenterê partiya LREM a li Fransayê desthilatdar e Sebastîen Nadot li hev civiyan û bi navê "Banga Parîsê ya ji bo aştiya li Yemenê" banga aştiyê kirin.

DAXWAZA JI BO AGIRBESTÊ Û DANÛSTANDINAN

Parlamenterên Fransayî, Îngilîz, Îtalyan, Hollandayî û Elman mohra xwe danîn binê bangawaziyê. Û ji milîsên Hûsî yên Şîa yên Îran desteka wan dike û hêzên Serokkomar Mansûr Hadî ku Erebîstana Siûdî li pişta wan e, hate xwestin ku bi lezgînî peymana aştiyê îmze bikin.

Metna bangawaziyê li konferanseke rêxistinên civaka sivîl a li Parîsê hate eşkerekirin ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji lêpirsîna binpêkirina mafên mirovan a li Yemenê berpirsyar e Kamel Jendoûbî jî lê amade bû.

Bang li aliyan hate kirin ku tavilê agirbestê ragihînin û li dora maseya danûstandinê rûnên. Her wiha hate xwestin ku zarok di şerê navxweyî de neyên bikaranîn. Di bangawaziyê de ji dewletan hate xwestin ku bes çekan bifiroşin aliyên şer.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ: WÊ ALÎKARÎ BÊ ZÊDEKIRIN

Wekî din, Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku wê alîkariya însanî ya ji bo Yemenê zêdetir bike.

Alîkariya xwarinê ku di çarçoveya Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) de tê kirin, halê hazir digihêje 7 heta 8 milyon kesî. Hate gotin ku ev alîkarî wê bigihêje 14 milyon kesî.

Ji berdevkên bernameyê Herve Verhoosel diyar kir ku bi saya vê alîkariya xurekê wê bi giranî pêşî li birçîbûnê bê girtin.

Ji sala 2015'an û vir ve li Yemenê ji ber şerê navxweyî zêdeyî 10 hezar sivîl mirin. Neteweyên Yekbûyî hişyarî da û diyar kir ku li Yemenê mezintirîn krîza însanî ya cîhanê heye.