Parêzerê Mîlosevîç hate kuştin

Yek ji parêzerên lîderê berê yê Sirbîstanê Slobodan Mîlosevîç Dragoslav Ognjanovîc hate kuştin.

Dagoslav Ognjanovîc (57) ku dema lîderê berê yê Sirbîstanê Slobodan Mîlosevîç ji ber sûcên şer dihate darizandin parêzerî jê re dikir, bi çekê hate kuştin.

Li gorî agahiyan, Ognjanovîc li paytexta Sirbîstan Belgradê roja Şemiyê li ber mala xwe hate kuştin.

Wezareta Karên Hundir ragihand ku di dema êrîşê de kurê wî yê 26 salî hebû û kurê wî jî birîndar bûye.


Baroya Belgradê li ser êrîşa çekdarî ya li dijî Ognjanovîc got, "Ev êrîş li djî hemû parêzeran hatiye kirin."