BI DÎMEN

Parêzer Beauthier: Droneyên kujer divê di asta navneteweyî de bêne nîqaşkirin

Parêzer Georges Henri Beauthier anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî êrîşa droneyê ya dewleta Tirk a li nava xaka dewleteke din ji nedîtî ve tê. Beauthier got, "Droneyên kujer divê di asta navneteweyî de bêne nîqaşkirin."

ÊRÎŞÊN BI SÎHA'YAN

Beauthier bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser bikaranîna hiqûqa navneteweyî ya Iraqê û got, "Ev pêvajo dikare bi salan dewam bike, halbûkî em qala rewşeke lezgîn dikin."

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Di nava 6 mehên derbasbûyî de 6 rojnamevanên Kurd bi Balafirên Bêmirov ên Bombebarkirî (SÎHA) yên dewleta Tirk hatin qetilkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Tişrînê dewam dikin. Di êrîşên li ser gelê sivîl de ku ji bo parastina bendavê li herêmê ne, bi dehan sivîl hatin qetilkirin.

Parêzer Georges Henri Beauthier li ser komkujiyên ku dewleta Tirk bi rêya SÎHA'yan dike ji ANF'ê re axivî.

Beauthier bi bîr xist ku ji bo êrîşên dewleta Tirk ên bi SÎHA'yan ên li ser Başûrê Kurdistanê lêkolîn bike çû Şengal û Mexmûrê û tiştên dît bi rengekî metirsîdar pênase kir. Beauthier bi bîr xist ku êrîş li dijî sivîlan tê kirin û got, "Gelekî zehmet bû ku mirov jê bawer bike ku sivîl bi rengekî bêdaraz bêne kuştin. Lê belê rewşa ku me li wir dît, ya herî xerab bû. Rojnamevanên ku Şengalê nas dikin jî di nav de mirovên li wir jî diman bi rastiya li mala wan diqewimî nizanîbûn."

'LI PIRTÛKXANEYA ŞENGALÊ ZAROKEK HATE KUŞTIN'

Beauthier anî ziman ku Êzidî hewl didin li herêmê jiyaneke asayî ava bike û got, wî serdana navendeke çandê ya li Şengalê kir, lê demeke kurt piştî serdanê êrîş li ser wê navendê hate kirin. Beauthier diyar kir ku li Pirtûkxaneya Şengalê ya ku dewleta Tirk êrîş bir ser, zarokek hate qetilkirin.

Beauthier ragihand ku piştî vegeriya Brukselê li ser mijarê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Lê divê mikur bêm ku piştî vê her tişt bi dawî bû. Ji bo em tiştekî bikin, ti daxwaz ji me nehat kirin. Rojnamevanên diçin herêmê ya bi tundî têne dersînorkirin yan jî têne kuştin. Min bihîstibû ku rojnamevanekî Belçîkî hate kuştin. 5-6 rojnamevanên li bakurê Iraqê li Mexmûr û Şengalê bûyer lêkolîn dikirin, hatin kuştin; saziyên navneteweyî ji bo belgekirina vê rewşê raporek jî nexwestin."

'DRONEYÊN KUJER DIVÊ DI ASTA NAVNETEWEYÎ DE BÊNE NÎQAŞKIRIN'

Beauthier ragihand ku droneyên bi armanca keşfê têne şandin vediguherin droneyên kujer ên ku êrîşan dikin û destnîşan kir ku di sedsala 21'emîn de qetilkirina sivîlan li cihekî bi sedan kîlometre dûrî sînorê dewletekê, nayê qebûlkirin. Beauthier anî ziman ku ew li dijî droneyan nîne, lê belê dema drone li şûna rizgarkirina jiyana mirovan ji bo kuştina mirovan hat bikaranîn, divê ew li ber rabin û got, divê ev mijar di asta navneteweyî de bê nîqaşkirin.

'HÛN LI MITBEXA MALA XWE TÊNE KUŞTIN'

Beauthier hişyarî da ku bûyerên li Şengalê qewimî dikare bibe modelek ku dewletên êrîşkar bi kar bînin û got, "Droneyeke êrîşê tê û we li mala we qetil dike. Êdî pêwîstî bi girtîgehan, dadgeran an jî dadgehan namîne. Tenê hedef tê diyarkirin û hûn têne kuştin." Beauthier diyar kir ku pirsgirêk ne tenê li nava xaka Tirkikyeyê ye û bi bîr xist ku li Iraqê herî kêm 10 baregehên droneyan ên dewleta Tirk hene.

'REWŞA LEZGÎN'

Parêzer Beauthier got, "Me xwest lêpirsînê dewam bikin, lê belê yên ku dewam kirin hatin kuştin. Niha li vê derê bi êşa wijdanî dipirsim ku em dikarin çi bikin" û ragihand ku ji ber herêm di bin rîskê de ye nikare careke din biçe. Beauthier bal kiand ser biryara DMME'yê ya ji bo bikaranîna rêyên hiqûqa navxweyî yên li Iraqê û got, "Ev yek dikare bi salan dewam bike. Halbûkî em qala rewşeke lezgîn dikin."

'ÊRÎŞ JI NEDÎTÎ VE TÊN'

Beauthier işaret bi gotinên 'terorê' yên dewleta Tirk kir û anî ziman ku Êzidiyan heta niha ti êrîşeke terorê nekirine, berevajî vê yekê li hemberî DAÎŞ'ê şer kirin û destnîşan kir ku îdîayên 'terorê' yên dewleta Tirk dûrî ji rastiyê ne.

Beauthier diyar kir ku dewleta Tirk polîtîkayeke tinekirinê ya bi rêk û pêk dimeşîne got, Neteweyên Yekbûyî êrîşa droneyê ya dewleta Tirk a li nava xaka welatekî din ji nedîtî ve tê.