Parastina hawirdorê bû pîvaneke bingehîn a Komara Fransayê

Meclîsa Neteweyî ya Fransayê qebûl kir ku parastina hawirdorê li xala destpêkê ya Destûra Bingehîn bê bicihkirin û bi vî rengî bibe yek ji pîvanên bingehîn ên Komarê.

Wezîrê Rêxistinên Hawirdorê û Ekolojiyê Nîcolas Hûlot xwestibû ku parastina hawirdorê bibe pîvaneke Destûra Bingehîn.

Pêşnûmeya li ser mijarê, li hemberî sê dengan bi 65 dengan hate qebûlkirin. Li gorî pêşniyarê, "Komar wê ji bo parastina cihêrengiya biyo û hawirdorê û li dijî guherina avhewayê tevbigere." Ev armanca nû wê li cem pîvanên damezrîner ên Komarê, yanî li gel pîvanên "wekhevî, laîktiyê" cih bigire.

Wezîra Edaletê Nîcole Belloûbet ji bo vê pîvanê got, "Di kevneşopiya Fransayê de amûreke siyasî û amûreke hiqûqî ya xurt e" û ev yek silav kir.

Roja 6'ê Tîrmehê jî Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê, ji sala 1789'an û vir ve yekemcar 'xwişk-biratî' weke pîvanekê qebûl kiribû. Ev biryar di çarçoveya alîkariya ji bo koçberan hatibû dayin.