Koçberên li Fransa wê êdî bi pîvana 'xwişk-biratiyê' bên parastin

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê, ji sala 1789'an û vir ve yekemcar e ku 'xwişk-biratiyê' weke pîvanekê qebûl dike. Ev biryar ji bo alîkariya bi koçeran re hate dayin.

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê, cotkar Cedrîc Herroû ku li ser sînorê Îtalya-Fransayê bû sembola alîkariya bi koçberan re, mafdar dît û 'pîvana xwişk-biratiyê' qebûl kir. Cedrîc Herroû ji ber ku alîkarî dabû koçberan ketibû ber lêpirsînê.

'Pîvana xwişk-biratiyê' li gorî xala 2. a Deklarasyona Mafên Mirovan, ji sala 1789'an û vir ve yekemcar e ji aliyê Konseya Destûra Bingehîn ve tê naskirin.

Wezîrê Konseya Destûra Bingehîn Laûrent Fabîûs diyar kir ku parêzvanên qanûnî divê weke hîmekî bingehîn ê hiqûqa Fransayê xwedî li vî nirxê destûrî derkevin.

Dadgeha Destûra Bingehîn hikum da ku alîkariya ji bo koçberên qaçax bi navê 'xwişk-biratiyê' nabe ku li ber lêpirsînê bikeve. Di vê çarçoveyê de gotina 'koçberên qaçax' hate qedexekirin.